Diyarname
TUYAP ku li Tirkiyeyê fûarên pirtûkan organîze dike yekem fûara xwe ya pirtukan li Edeneyê li dar dixe. Fûara bi navê Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê îsal 12'emîn car li Navenda Kongre û Fûarê ya Edeneyê li dar dikeve. Fûar îsal dê 5'ê mehê dest pê bike û heta 13'yê mehê bidome.
Li dor 300 weşanxane û saziyên sivîl beşdarî fûarê dibin. Di nav van de ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Ava û Weşanên Aram jî standê vedikin. Her wiha Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî di nav saziyên sivîl de bi standa xwe cih digire.
Di fûarê de panel, gotûbêj dê li dar bikevin, atolyeyê bêne organîzekirin û çalakiyên zarokan çêbibin. Her wiha li dor 500 nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Di nav li dor 70 panel û gotûbêj û xebatên bi vî rengî de yek jê bi kurdî jî heye. Panela bi navê "Şahraman" ji aliyê Weşanên Ava ve tê organîzekirin û weşanger û nivîskar Ronî War dê biaxivin. Gotûbêj 10'ê mehê saet 17'an de li Salona Çûkûrova dest pê dike.
Her wiha du gotûbêjên din ku em wekî pêşniyar derdixin pêş jî hene: Yek jê bi navê "Tahirten Edebiyata" (Ji dîrokê heta wêjeyê) ye ku Weşanên Tekîn amade dike û Selîm Temo wekî axifger beşdar dibe (Dîrok 12.01.2019, saet 13.15 - 14.15), ya din jî bi sernavê “Haklarimiz: Guncel İnsan Haklari Sorunlari” Mafên Me: Pirsgirêkên Mafên Mirovan ên Rojevê) li dar dikeve. Gotûbêja ku Nazim Alpman dê bi rê ve bibe de Akin Bîrdal û Eren Keskîn dê biaxivin. (Dîrok 12.01.2019, Saet 17.00 - 18.00)