Diyarname
Pêşbazî dest pê kir: Piştî ku Elon Musk û NASA'yê ligel Tom Cruise li hev kir ku dê li fezayê fîlm bikişînin, Rusya jî kete nava tevgerê. Rusya dê derhêner û lîstikvan ji bo fîlmî bikişîne fezayê.
Roscosmos (Ajansa Fezayê ya Rusyaya Federal) û ISS'yê (Stasyona Fezayê ya Navneteweyî) li ser meseleyê daxuyanî belav kir.
Li gor agahiya ku hatiye belavkirin ji derhêneran Klim Shipenko û lîstikvan Yulia Peresild dê bêne şandin. Niha dest bi perwerdehiya wan hatiye kirin û hedef ew e di 5'ê meha kewçêrê de wan bişînin fezayê. Kesên di nav koma kişandina fîlm de dê cih digirin niha li ser santrîfuj û li ser cihê ku asta kişandina erdê nîn e têne perwerdekirin.
Li DYA'yê ev xebat berê dest pê kiribû. Elon Musk û NASA'yê ligel lîstikvan Tom Cruise li hev kiribû ku ji bo fîlm herin fezayê. Wan jî meha kewçêra 2021'ê dabû pêşiya xwe. Hatibû gotin ku dê Doug Liman derhêneriya vî fîlmî bike. Ger pirsgirêk dernekve bi kapsula Crew Dragon ewê Cruiseî di meha kewçêrê de bişînin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Doug Liman dê derhêneriya fîlmê li fezayê bike
- Tom Cruise wazeno feza de fîlm virazo