Luqman Guldivê
Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ku piraniya nûçeyên me yên ji bakurê Kurdistanê xwe dispêrin karê wê yê pîroz, 20´ê Kanûnê nûçeyeke belav kir ku bi ya min hêja ye li ser rexneyeke cidî bê kirin. Li Amedê Komeleya Ciwanan û Guherînê, “ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn kampanyaya ‘Pirtûkek, Jiyanek’ da destpêkirin”, ew navê bêguneh ne bêguneh e. Helbet mirov behsa xwendinê û derfetên xwendinê bike, ev bi serê xwe tiştekî baş e. Lê em rastiyê ji hev re bibêjin, ev xwendina bi tirkî, jixwe dewlet bi destê xwe dide me; û ji bo zarokên dibistanên seretayî û navîn teşwîqkirina tirkî li Kurdistanê qet ne karekî bêguneh e.
Ez li vir nabêjim niyeta komeleyê xirab e, yan na. Lê divê bivênevê îşaret pê bikim ku ev kampanya heger ya komeleyeke li Aydin, Mugla, Îzmîr û devereke din bûna, min ê xwe bi vê nivîsê newestanda. Lê li Amedê ye ev komele.
Em berê xwe bidin navê kampanyayê, gava ku “Pirtûkek” bi tirkî be ya di encamê de diqewime jî “jiyaneke” bi tirkî ye. Axir li gorî nûçeya di MA'yê de “Komeleya Ciwanan û Guherînê ku armanca wê ew e ciwan û jin bi awayekî aktîf di nava rêveberiya bajêr de cih bigirin û pirsgirêkên ciwan û jinan çareser bikin”. Lê ev çawa komele ye ku li Amedê ye bi vê armancê radibe, lê karê wê bi vê kampanyayê bêhtir armanca dewleta Tirk e li Kurdistanê. Belkî haya wê jî jê nîn e ku vî karî dike: bi temamî asîmîlekirina zarokên kurdan. Çima ez vê dibêjim? Ji ber ku koordînatora kampanyayê, Rezzan Çîm dibêje, “Em ê ewilî li Sûrê pirtûkan belav bikin û paşê biçin gundan.” Li Sûrê û li gundan, li wan cihên ku kurdî piçekî karîbû xwe ji zilma qirrkirinê biparêze.
Ez kampanyayekê pêşniyaz dikim, alfabe, pirtûk û vîdeoyên bi kurdî û fêrkirina kurdî ji zarokên li gundan re bişînin. Lîstikên zarokan, muzîka zarokan û filmên zarokan bi kurdî bigihînin zarokên kurd. Bila bi zimanê xwe dinyayê fêm bikin û “ronî bibin”. Bila ev komele jî pêşniyazî Platforma Kurdî bike û bi vî karî rabe! Ew ranabe bila hineke din bi vî karî rabin û ne tenê li gundan li tevahiya navçe û bajarên Kurdistanê heta li seranserê Tirkiyeyê.
Bi ya min a rast ew e kampanyayên bi vî rengî di nava raya giştî ya kurd de bên rexnekirin, heger li pişt wan ne komele lê dewlet hebe, bi awayekî yekser û eşkere bên teşhîrkirin û li dijî wan kampanyayê alternatîf bên birêvebirin.
LoDublaj
Li vir li ser mijareke din jî çend gotinên xwe bikim. Li ser platformên înternetê yên xeyalî, niha LoDublaj peyde bûye. Li ser filmên heyî bi dublajeke kurdî çîrokên nû ava dike û pê mîzahê dike. Mîzah ji wan meydanên ziman e ku dikare herî zêde li ber xwe bide. Ji ber wê yekê jî ne tênê LoDublaj, bi heman rengî gelek însîyatîfên mîzahê bên teşwîqkirin. Nizanim çendan ji me bêriya Pîne kiriye, ez eşkere bibêjim, min bêriya wê kiriye. Di rastiyê de ev weşanên îdeolojîk in, ew kêmasiyên di ragihandin û “entertainementa” navmala kurdî de pîne dikin. Ne tenê ji bo ken, lê ji bo rexneyên mirov dikarin rehettir guh bidin wan yan jî bixwînin, mîzah bivênevê ya civakekê û zimanekî ye.
31.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka