Balikesîr
Li Altinovaya Ayvalika Balikesîrê di vê eydê de cejnê de êrîş birin ser kurdan û malê wan. Di bûyerê de du kes mirin.
Di bûyerên 30'ê rezberê li Altinovayê li ser nîqaşa di navbera ciwanan de derket de, Oguz Dortkardeş ku birîndar bûbû, dema rakirin nexweşxaneyê di rê de jiyana xwe ji dest dabû. Ezer Kircali ku bi giranî birîndar bûû jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Balikesîrê kiribûn. Kircali ku qelbê wî 2 caran rawestiya lê dîsa xebitî û vegeriya jiyan. Lê Kircali şeva din li gel hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Kircali re hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 2'yan.
Di vê navberê de hate gotin ku li bajarokê bûyer bi dawî bûne û cenazeyên Dortkardeş û Kircali jî dê bêne definkirin.
Ji ber merasimên cenazeyan cendirme û ekîbên hêzên çewîk ên ji Balikesîrê jî hatine tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtine.
Hate gotin ku welatiyên kurd li hemberî hewldanek provokasyonê û tirsa êrîşê nikarin derkevin kolanê.


