Diyarname
Her du tîmên dê roja 3'yê pûşperê li bajarê Cardiff a Gallerê di fînalê de bên hemberî hev diyar bûn.
Tîma Îtalyayê Juventus duh ligel Monaco lîst û bi 2-1'ê bi ser ket. Bi vê serketinê yekemîn fînalîst diyar bû. Û îşev li spanyayê Real Madrid û Atletico Madrîd hatin hemberî hev. Di maça yekemîn de Realê bi 3-0 maç bi dest xistibû û bi awantajek mezin derdiket maça duyemîn. Atletico Madrid di maçê de bi 2-1 bi ser ket lê vê skorê tîrî Atletico nekir.
Golên Atletico Madrid Seul di deqÎqeya 12'an, Griezmann (ji penaltî) di deqîqeya 16'an de gol avêt: Realê di deqîqeya dawî yên nîveka yekemîn de bi Isco bersiv da. Di dawiyê de Real Madrîd derket fînalê û bû reqîbê Juventusê.
Maça fînalê 3'yê meha pêşiya me dê bê lîstin.


