Diyarname
9 partî û rêxistinên kurdan ji bo zimanê kurdî hatin ba hev, biryara komxebatek dan. Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş jî ji bo piştgiriya vê xebatê bi kurdî nameyek nivîsî û bi raya girtî re parve kir. Em bêyî dest bidin tîpek jî ji nameyê em wê diweşînin:
Bi biryara partiyên kurdan di heqê zimanê me yê mader de girtî ku bi hev re bixebitin ez pir keyfxweş bûm. Ji bo zimanê kurdî di warê perwedeyê, aboriyê, jiyana civakî, siyasî de bê bi kar anîn û bêasteng û azadane bikeve di hemû warên jiyanê de, her çi xebatek ya hûn di vê mijarê de bikin dê bi dil û can piştgiriyê jê re bikim. Ez hêvîdar im ku ev helwesta yêkgirtî ya di vê mijarê de bibe pêngavek bo xebata di gelek warên din de jî. Ez jî di zindanê bi kelecaneke mezin xebata li ser zimanê kurdî berdewam bikim. Ji dil û can we teva slav dikim, hûn her hebin.
Selahattin Demîrtaş
**
Nûçeya Eleqedar:
- 9 partî û rêxistinên kurd: Em li her derê bi kurdî biaxivin