Şirnex
Li gor agahiyên hatin li herêma Têkeva ya Gundikê Remo ya li Çiyayê Cûdî darên bihîvan û kizwanan dibirin û ji bo niha li cihê wan dihêlin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) ev du sal in li herêmê birîn û talankirina daran didome ku cerdevan serkêşiya vê yekê dikin. Niha jî piştî birîna daran a li herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja, li Çiyayê Cûdî dar têne birîn. Ji bo çêkirina qereqol û kalekolan dar tên birîn. Birîna daran li devera Têkeva ya bi ser Gundikê Remo ve didome. Darên bihîv, kizwan û gûzan tên birîn. Darên tên birîn di heman demê de li heman cihî têne hiştin ku hişk bibin.
Gundiyan li ser vê talankirina daran diyar got ku bi destê cerdevanên ku ji Bajarokê Sêgirka Qilebanê tînin daran dibirin. Gundiyan destnîşan kir ku oksîjena wan bi destê cerdevan û leşkeran tên birîn û darên tên birîn kevnar in û banga rawestandina birîna daran kirin.


