EFRÎN
Li rojavayê Kurdistanê yekemîn Akademiya Zimanê Kurdî bi navê “Akademiya Ziman, Wêje û Perwerdehiyê ya Şehîd Ferzad Kemanger” ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate vekirin.
Di çarçoveya xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de akademî li gundê Kefercenê yê Efrînê hate vekirin.
Di merasima vekirina akademiyê de bi dehan kes amade bûn. Merasim bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik axivî û vekirina akademî li gelê Rojava pîroz kir. Dêrik, da zanîn ku vekirina akademiyan bi berxwedan û xebata gelê kurd a bêhempa pêk hatiye.
Ferhad Dêrik li ser geşedanên dawî yên li rojavayê Kurdistanê jî sekinî û cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Dêrik, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dijminên gelê kurd her dem dixwazin gelê kurd ji aliyê çandî û wêjeyî jî tune bikin û bang li hemû gelê kurd kir da ku bi hişyarî tevbigerin.
Piştî axaftinan, akademî hate vekirin. Li gorî rayedarên SZK’ê diyar kirin, Akademiya Şehîd Ferzad Kemanger dê ji bo amadekarina mamosteyên Zimanê Kurdî yên pispor xebatan bike.
ANF


