Diyarname
Tekane rojnameya rojane ya bi kurdî Azadiya Welat dîsa bi meheke cezaya girtinê hat cezakirin.
13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê li ser hejmara îro ya Azadiya Welat bi îdîaya "Propagandaya Rêxistinê" kiriye meheke cezaya girtinê da Azadiya Welat. Dadgehê nûçe û nivîsên di rûpelên 1,2,3,4 û 6'an de hatine weşandin wekî sedem nîşan da û ceza li Azadiya Welat birî.
Xwedî û Berpirsa Nivîsaran a Azadiya Welat Emine Demir li hemberî cezayê nerazîbûn nîşan da û got ku nêzîktêdayîna Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan careke din xwe nîşan daye.
Demir wisa got: "Nûçeya çandina daran a di rojnameya me de jî wekî 'propagandaya rêxistinê' nîşan dan û ceza biîn. Ev tişteke ecêb e."


