Diyarname
Amed Spor ku di Koma Sor a Lîga 2'eymîn de dilîze vê hefteyê maça wê ligel Sariyera Stenbolê hebû. Ev du sal in her bi sedema "Ewlehiyê" nahêlin alîgirên Amed Sporê di deplasmanê de herin li maçê temaşe bikin vê hefteyê jî qedexe danîn ser temaşevanên Amed Sporê. Lijneya Ewlehiyê ya Sporê ya Navçeya Sariyerê bi sedema "Tevdîrên Ewlehiyê" biryar dan ku temaşevanên Amed Sporê negirin stadê. Bi vî awayî hefteyek din jî Amed Spor li deplasmanê dê bêyî alîgirên xwe maçê bilîze.
Maça Sariyer û Amed Sporê roja şemiyê saet 15.30 de li Stada Yusuf Ziya Oniş a li Sariyerê bê lîstin.