Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan
Di 3’yê tebaxa 2018’an de, bi tevlîbûna 13 çîroknivîsên deverê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriye li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê, “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” li dar xist.
Çîroknivîsên beşdar, bi dirêjahiya 4 rojan çîrokên xwe xwendin û di roja pêncan de (07.08.2018) ahengek hat lidarxistin. Di ahengê de çîroka "Mamoste Jî Dişibin Hev" a çîroknivîs Qadir Egîd wekî baştirîn çîroka mihrecanê ji hêla "Komîteya Nirxandinê" ve hat destnîşankirin û “Xelata Fuad Temo” dan çîroknivîs Qadir Egîd.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriye ji sala 2014’an ve vê mihrecanê li dar dixe. Der barê çalakiyên vê mihrecanê de me hevpeyvînek bi wergirê xelata çîrokê, nivîskar Qadir Egîd re kir. Di vê hevpeyvînê de, wergirê xelatê li ser rê û resmên mihrecanê û naveroka çîrokên beşdar, her wiha der barê rewşa wêjeya kurdî li rojavayê Kurdistanê, bawerî û şîroveyên xwe anin zimên.
- “Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn” bi çalakî û rê û resmên xwe ve, bi çîrok û çîroknivîsên xwe ve, bi atmosfer û seqaya xwe ve, tu çawa dikarî bidî nasandin?
“Mihrecana Çîroka Kurdî ya Pêncemîn“ tevlî hemî kêmasiyên wê, gava herî rast û dirust e ku her sal ji hêla Yekîtiya Nivîskarên Kurd - Sûriye ve li dar dikeve.
Helbet eger tu kar bikî, tu yê bikevî şaşiyan, lê şaşî yan jî kêmasiyên ku îsal di "Mihrecana Pêncemîn" de çêbûn, ji bêçarî bûn. Ji hêleke din ve mirov tenê li nîvê peyalê yê vala mêze neke. Îsal sêzdeh çîroknivîs bi çîrokine cur bi cur beşdarî mihrecanê bûn. Navenda Y.N.K.S li ser dirêjahiya pênc rojan bûbû dîdargeha çîroka kurdî ku dewlemendiyeke berbiçav ji hêla raman, teknîk, naverok û astan ve jî raber kir. Bi hêvî ne ku di salên pêş de gavine baştir werin avêtin.
- Çîrokên ku di "mihrecanê" de hatin xwendin, tu çawa didî polandin; modern in, klasîk in an jî hewleke nûxwazî di wan de peyda dibe?
Bi rastî, wekî min diyar kir, çîrokine rengîn hatine xwendin, lê mixabin piraniya wan xwe disipart çîrokên kelepor û folklora kurdî û çîroknivîsan hewil dida ku kirasekî nûjen li bejna wan bikin. Hindek çîroknivîsan jî alavên çîroka xwe xweş kontrol kiribûn, tê de têgihiştî bûn, çîroka wan bi rêk û pêk bû, lê lawazî di naverokê û carinan jî di xala ronîdanê de peyda dibû. Bi giştî em dikarin bibêjin ku rêjeya çîroka klasîk ji ya modern bilindtir bû.

- "Mamoste Jî Dişibin Hev" xelata baştirîn çîrok wergirt. Bi nihêrîna te, hêmana ku hêla ev çîrok wekî başitrîn çîrok bihête hilbijartin, çi bû?
Dibe ku ne ji mafê min be ez çîroka xwe binirxînim û xalên lawaz û xurt tê de destnîşan bikim, ji ber ku "Komîteyeke Nirxandinê" ya taybet ku ji nivîskar û lêkolîner Dilawerê Zengî, nivîskar Noşîn Bêcirmanî, zimanzan Dilovanê Deştê û çîroknivîs û rexnevan Imran Yûsif pêk dihat, hebû. Lê di nêrîna min de çîroka min şert û mercên ku çîrok li ser ava dibe pêk anîbû, her wiha naveroka wê çîroka her kurdekî ye, her kes xwe tê de dibîne.
- Di heman babetê de; "Mamoste Jî Dişibin Hev" çi dibêje, lehengê wê kî ye û honaksaziya wê bi çi rengî ye?
Lehengê çîroka "Mamoste Jî Dişibin Hev" Qenco ye, Qenco kurê malbateke penaber e ku li kampan dijî. Ji bo debara jiyana malbatê (bavê wî piştî rûdaneke trafîkî erd girtiye û rûyê dêya wî şewitiye) li kolan û navendên bajêr bi qotîka xwe ya kartonî digere û şekir, piskewît û desmalkan difroşe. Li xwaringehekê rastî mirovekî tê, guman dike ku ew mamosteyê wî yê Rojava ye, lê ew mamoste bi zaravayekî ku li ser Qenco biyan e diaxive û xwe li Qenco nake xwedî. Qenco jî ji xwe re dibêje; dibe ku mamosteyê min ji ber cil û bergên min ên pînekirî fedî dike. Ew hewl dide ku xwe bi mamoste bide nasîn, lê xwediyê xwaringehê wî tev li qotîka wî diavêje derve. Li derveyî xwaringehê ji nû ve Qenco bi germahiya bajêr hest dibe, qîre qîra bavê wî dema ku xwêdana wî bi ser birînên wî de diherikî, roja şewata dêya wî û dilpêşewata cînaran bi wan, tên bîra wî.
Dawî Qenco di nav van xeyalan re ji westana rojeke sax ji gerê xilmaş dibe. Mirovê ku dişibe mamosteyê wî jî diçe mal. Hesoyê birayê Qenco ku ew jî şêraniyê li kolanên bajêr difroşe lê digere û wî li devê deriyê xwaringehê dibîne, diyalogeke xemgîn di nav wan de çêdibe û ji ber derengiya demê, erebeyên devera wan jî qut dibin. Di dawiya çîrokê de Heso ji Qenco re dibêje: "Xuya ye em ê îşev jî, li bin pirekî, li derveyî bajarê Hewlêrê xew bikin birawooo..!"
Çîrok wisa bi dawî dibe. Lê di nav re gelek bûyer, diyalog û dîmenên xemgîn derbas dibin.
- Kurteçîroka kurdî li rojavayê Kurdistanê xwe gihandiye ku derê, tu rewşa wê çawa dinirxînî?
Çîroka kurdî li rojavayê Kurdistanê ta niha di asteke qels û lawaz de ye. Piraniya çîroknivîsan koç kiriye û yên ku li welêt jî mane û bi zimanê kurdî dinivîsin nêzîkbûna wan ji çîrokê re ne bi wî şêweyê akademîk e. Gelek çîroknivîs li Rojava hene, lê gelo mirov dikare navê çîroknivîs li hemûyan bike, helbet na, ji ber ku ew şert û mercên nivîsê pêk naînin. Hindek çîrok di mihrecanê de hatin xwendin, bi rastî, hêja ne ku li şevbuhêrkên zivistanê di civatan de werin xwendin, tu girêdana wan bi çîrokê ve tune ye. Bi kurtahî; çîroka kurdî ya resen û li gor pîvanên wêjeyî, hêj bi çar lepikan dimeşe.
- Sedemên kêmnivîsîna kurteçîrokê çi ne?
Dîsa dibêjim, kurteçîrok hunerek e, dibe ku zehmettirîn huner be jî, ji ber ku divê yê nivîskar bêhtirîn bûyer di kêmtirîn peyv de bîne zimên. Hewildanine xweş ji hêla hindek çîroknivîsên ciwan ên mîna: Ebas Mûsa û Amir Ferso ve hene, lê mixabin ew jî bi zimanê erebî dinivîsin. Madem çîroka kurdî li nik kurdan ji berî sed salî ji hêla Fuad Temo ve dest pê dike û ta niha hîn li ber xwe de dide, eger ev sed sal derbas bûye û hîn jî destpêk e, em ê der barê kurteçîrokê de karibin çi bibêjin! Helbet gelek jê re divê ta ku ev huner li gel kurdan xweşik rûne.
- Ev çalakiyên çandî û wêjeyî, ta çi astê tevgera wêjeyî li rojavayê Kurdistanê geş kirine?
Zuxirê ku tu biavêjî deryayeke hêmin, çi qasî biçûk be jî, ew ê avê tev bide, her wiha çi çalakî be, ku tenê şevbuhêrkeke helbestê be jî, dê bandora xwe li derdorê û li kesên amade bike. Îcar çawa eger mihrecaneke bi navê çîrokê be!
Ji sedî sed, wekî van çalakiyan, berî her tiştî ji bo pênûsên ku di kalanên xwe de mane û ber bi zuhabûnê ve diçin, navtêdanek e. Nivîskarê ku bizane kesine hene ku li wî, li hunera wî û li çîrokên wî guhdar bikin, bê guman dê ji wê xilweta xwe ya nivîsê derkeve û berhemên xwe bide nasîn.
Piştî Şoreşa Rojava, derfetine zêrîn û dîrokî di her warî de derketine holê, ji wan jî yên rewşenbîrî. Bi dehan semîner, şevbuhêrk, pêşbirk û festîval li dar dikevin; wekî: Mihrecana Helbesta Kurdî, Mihrecana Çîroka Kurdî, Mihrecana Osman Sebrî ya Çîrokê û hwd... Ev çalakî hemî dikevin xizmeta wêje û çanda kurdî, her wiha derfeta geşkirin û bipêşveçûna wê misoger dikin.
- Di civata nivîskarên Rojavayê de, dengê gazinan bilind e. Ji bo nivîskarekî, tu gazin û behaneyan çawa dibînî?
Civaka gelêrî nerazîbûna xwe bi rêya gazinan dertîne, lê di civata nivîskaran de rêya herî baş û dirust: Rexne ye. Helbet rexne ji bo pêşxistina kar e. Wekî mînak; gelek rexne li mihrîcanê hatin kirin, ji ber ku kêmasî hebûn, ev rexne dikevin warê pêşxistina rewşa çandî li Rojava. Lê nivîskarê bê ku li çareyê bigere û tenê gazinan bike, tu cudahî di navbera wî û civaka teng de tune ye, ne dikare bibe ziman û wijdanê gel, ne jî birêvebiriya milet û şoreşan bike.
- Sipas dikim ku te ev derfet da me. Di dawî de dixwazî çi bibêjî?
Min di gelek dezgehên ragihandinê de gotiye û dixwazim di malpera Diyarnameyê de jî bibêjim: Bila tu carî nakokiyên kesayetî û siyasî li pêş bipêşxistina çand û wêjeya kurdî nebine asteng. Tu rewşenbîr î, divê tu her timî hewil bidî ku vê yekê çareser bikî.
***
Qadir Egîd kî ye?
Qadir Egîd di sala 1973'yan de li bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Di sala 1994'an li Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a li Helebê xwendina xwe kuta kiriye û der çûye.
Ew niha Birêvebirê Cîbicîkar ê Dezgeh Bûyer a Ragihandinê ye û li bajarê Qamişloyê domîne.
Berhemên wî:
* Berhemên ku ji kurdî li erebî wergerandine:
- Agirê Sînema Amûdê, Mela Ehmedê Namî, Şam 2008.
- Jin û Folklora Kurdî, Rohat Alakom, Hewlêr 2013.
- Bistan Hatin Berdan, Helbest, Şêxmûs Sefer (Hê çap nebûye).
- 300 Dîmenên Helbestî, Ebas Kiyarustemî (Hê çap nebûye).
- Çemê Êvarê, Helbest, Mehmûd Badilî (Hê çap nebûye).
- Xewnên Zîvîn, Helbest, Fatma Savcî (Hê çap nebûye).
* Berhemên ku ji erebî li kurdî wergerandine:
- Fîl.. Ey Şahê Demê, Şano, Se`della Wenûs (Hê çap nebûye).
- Kûçikê Axê, Şano, Memdûh Edwan (Hê çap nebûye).
*Ew niha amadekariyên çapkirina berhevokeke kurteçîrokan dike.
(Foto: Qadir Egîd xelata xwe ji destê Dilawer Zengî girt)


