Sîdar Jîr
Di jiyana civakî de riya herî rast ew e ku çand di nava tevgereke şoreşgerî de li ser piyan bimîne û di heman demê de riya exlaqîbûnê jî di jiyana şoreşgerî de mimkûn e. Ji ber ku bi taybetî çand ne statîk e û li gorî jiyana civakê dirûv digire. Wê demê çanda ku ew ê exlaqê civakê jî biafirîne bêguman e ku di nava wê çerxa şoreşî de ew ê bi awayê herî pak û durist dirûv bigire…
Her çiqas exlaq hêzeke katalîzor a xurtkirina manewiyeta mirovahiyê be jî bi taybetî di vî qirnî de kakil hatiye valakirin û gelek caran tenê wekî zirxekî parastina paşverûtiyê tê bikaranîn. Gelekî hatiye lawazkirin û gelekî jî bi tenê hatiye hiştin. Exlaq di rastiya xwe de rê li ber çandeke şoreşgerî jî vedike. Dema ku em bala xwe didin dîrokê, di demên ku civak bi temamî ber bi xurifînê ve diçe, têgiha baweriyê yanî ol derdikeve holê û li rê û dirbên ku mirovahiyê/civakê ji xurifînê rizgar bike digere. Wê demê civakê vedixwîne exlaqîbûne. Di baweriyan/olan de du hêmanên sereke û jênaveger hene; îman û îtiqad. Ev her du hêman nirxên bingehîn ên baweriyan e. Rê li ber xurifîna bi lez û bez a civakê digirin. Lewma jî bi exlaqekî durist, çanda civakê dirûvekî nû werdigire û bi awayekî erênî vediguheze.
Di vê çerx û çarçoveyê de çand jî berhema jiyana civakî ye. Şêweya jiyanê ye, nasname û vebeyîna hebûna civakê ye, ziman û hemû nirxên ku ji mêj ve ji aliyê civakê ve hatiye afirandin e.
Di nav berhemên çandî de yên ku heta bi hetayê mayînde ne yan jî yên ku ji bo dem û serdemekê civakê vediguheze, pêşve dibe û digihîne “rêya rast” hene. Wekî mînak zimanê civakekê berhemeke mayînde ya çanda civakê ye. Ev yek naguhere… Di civakekê de habîtat dikare biguhere yan jî dikare bi nuansên biçûk ji serdemên berî xwe û piştî xwe cuda be. Wekî mînak, avahî û mîmariya welatekî dikare di nava demê de were guherandin. Li gorî serdem û pediviyan ev yek asayî ye. Exlaq jî di nava çandê de bi vî rengî ye. Lê ne bi wateyeke neyênî, bi awayekî erênî dikare di nava guherînekê de be û rê li ber nakokî û xerabiyê ku mimkûn e di civakê de peyda bibe bigire. Ev yek jî tê wê wateyê, ku ji ber pêdiviyên civakî guherînên çandî jî pêk tên. Di vê guherînê de jî berhemên çandî ku bûne nasnameya civakê, nirxên madî û manewî yên civakê xwedî cihekî gelekî girîng in. Bi awayekî dîtir di vê guherîn û veguherîna çandî de dîsa berhemên çandî ku ji aliyên civakê ve di nava demê de hatine afirandin xwedî risteke sereke ne.
Di vê çerxa exlaqî û çandî de bêguman e ku guherîn bingeh e. Dema ji bo jiyana civakî bi rêgezên exlaqî û li ser bingeha kodên civaka heyî guherîn pêk were, yan jî ji bo wê guherîn û veguherînê hewldan hebe, ew bi xwe bizav û livbaziyeke şoreşî ye.
Wekî xelekên zincîrê ev bi hev ve girêdayî ne; Exlaq-çand-şoreş… Exlaqekî pak û dirust dikare ji bo çandeke mayînde bibe stûneke qewîn. Têkiliya çandeke xurt û qewîn a bi şoreşeke civakî re bi awayekî mûtûalîst bi pêş dikeve… Çand şoreşê û şoreş jî çandê xwedî dike.
Gava ev her sê hêman bigihîjin hev jî bivê nevê ew têkiliyên mûtûalîst rê li ber jiyaneke komînal a civakî vedike. Lewma jî ji bilî sitrandina çandê ya bi şoreşê re û exlaqîbûneke şoreşî tu çareyeke din ji jiyaneke dirust a civakî re nîn e.
Azadiya Welat