Ovgu Pinar / Roma*
Li dinyayê li ser 89 bajaran lêkolîn hat kirin û lîsteya "Bajarên herî bi tendurist" hat amade kirin. Di lîsteyê de Stenbolê ji jêr de duyemîn derket.
Malpera kirêkirina xaniyan "Spotahome" bi rêbaza pûandayînê lîste amade kir. Di nav bajarên herî bi tendurist de ji 10'an 8 jê bajarên li Ewropayê ne.
Ji aliyê qadên şînahî, qelîteya tesîsên sporê, qirêjiya hewa û avê, hêviya temena dirêj, asta obezîte, hevkêşeya kar-jiyana taybet bajar hatine nirxandin û encam hatiye bi dest xistin. Li gor van nirxandinan bajarê Amsterdamê bûye yekemîn û dûre Oslo û Munih tê. Amsterdamê bi ser 10'an de 6.97 pûan girtiye. Di nav 10 bajarên herî bşa de ji Avustralyayê 3 bajaran cih girtiye, dûre Almanyayê bi 2 bajaran cih girtiye.
İlk 10'a giren şehirler şöyle:
1- Amsterdam (Hollanda)
2- Oslo (Norwec)
3- Rotterdam (Hollanda)
4- Munîh (Almanya)
5- Berlîn (Almanya)
6- Tallinn (Estonya)
7- Adelaide (Avustralya)
8- Viyana (Avusturya)
9- Perth (Avustralya)
10- Helsinki (Finlandiya)
Di nav lîsteyê de 10 bajarên dawî jî bi vî awayî çêbûne:
80- Kuala Lumpur (Malezya)
81- Manchester (Qraliyeta Yekbûyî)
82- Kahire (Misir)
83- Îzmîr (Tirkiye)
84- Bogota (Kolombiya)
85- Meksico City (Meksîka)
86- Sao Paulo (Brezîlya)
87- Şanghay (Çîn)
88- Stenbol (Tirkiye)
89- Casablanca (Fas)
*Ji BBC Tirkî hatiye girtin