logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd

Tiştê ku wergêr Kawa Nemir kiriye ji henekê jî wê de tişteke gelek xirab e, tahrîfateke bêsewiye û bêcidîyet e.

  • Dîrok: 18/04/2010
  • Beş: Serbest

Lokman Polat

Diyar e pirtûkên ku li Swêdê -li Stockholmê - li kurdî hatine wergerandin ji alî xwendevan û hinek wergêrên kurd ve nayê zanîn. Dibe ku haya hinek wergêrên kurd ji wergera van pirtûkên ji edebiyata cîhanê tunebe, loma jî dema pirtûkek werdigerînin her wekî ku cara pêşîn wan ew pirtûk yan jî pirtûkên filan nivîskarê cîhanê wergerandiye kurdî.

Li Swêdê pirtûkên Dostoyevskî, Çexov, Tolstoy, Puşkîn, Shakespeare, Balzac, Vîktor Hugo, Xelîl Cibran, Borges, Cervantes, Pîrandelo, Yaşar Kemal, Samed Behrengî, Aleksander Jaba û gelek nivîskarên din yên cîhanê li kurdî hatine wergerandin û weşandin. Dema wergêrê kurd Kawa Nemir pirtûkeke Shakespeare li kurdî wergerand, her wekî ku cara pêşî wî pirtûka Shakespeare wergerandiye kurdî, nûçeyên bi vî rengî di masmedia kurdan de hatin weşandin û malpereke bi sernivîsa “Êdî Shakespeare bi kurdî ye” balê kişand ser vê wergerê.

Pirtûkên Shakespeare berî ku Kawa Nemir Soneyên wî wergerîne li Swêdê hatibûn wergerandin. Pirtûka Shakespeare ya bi navê “Bazirganê Venîsiya” ji alî wergêr Cankurd ve hatibû wergerandin û di sala 2001’ê de ji Weşanên Helwestê li Stockholmê hatibû weşandin. Pirtûka Shakespeare ya bi navê “Romeo û Juliet” jî ji alî wergêr Aram Gernas ve hatibû wergerandin û ew jî ji alî Weşanên Helwestê ve di sala 2002’yan de li Stockholmê hatibû weşandin. Her wiha Soneyên Shakespeare jî ji alî Husein Muhamed ve li kurdî hatibûn wergerandin lê ne wekî pirtûka matbû, wekî e-pirtûk li înternetê hatibû weşandin.

Niha em bên ser wergera Kawa Nemir û cidîyeta wî ya wergêriyê.

Werger kar û xebateke cidî ye. Ji bo wergereke têkûz zanatî, zanîna her du zimanan û zanîstiya hunera wergerê pêwîst e. Û di serî de jî cidiyet lazim e. Wergerên necidî, wergêrên bêcidîyet zirarê didin hunera wergerê. Wergêrê ku li gor kêfa dilê xwe di berhemê de tahrîfat bike, tiştên di berhemê de tunebe her wekî ku hebe lê zêde bike, ev bêcidîyetî ye.

Xwendevanê kurd ên ku wergera Soneyên Shakespeare ya bi wergêra Kawa Nemir bixwîne dê bimîne şaş û ecêb. Ji xwe re lê binêrin, Shakespare di berhama xwe ya edebî de behsa edebiyatvanên kurd, behsa bapîrê edebiyata kurdî Ehmedê Xanî û berhema wî ya nemir Mem û Zînê kiriye lê haya xwendevanên kurd jê tunebûye(!) Dîsa Shakespeare behsa Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran kiriye, navê van nivîskarên nemir yên kurd li cîhanê belav kiriye û haya kurdan jê tunebûye (!) Spas ji Kawa Nemir re ku kurdan ji vî tiştî haydar kir (!) Hinek berhema nemir a Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”ê ji “Romeo û Juliet”a Shakespeare giranbuhatir dibînin. Gelo nebe ku Shakespeare berhema xwe ya bi navê “Romeo û Juliet” ji ber berhema Ehmedê Xanî ya nemir “Mem û Zîn”ê wergire (!)

Henek li cihek, lê tiştê ku wergêr Kawa Nemir kiriye ji henekê jî wê de tişteke gelek xirab e, tahrîfateke bêsewiye û bêcidîyet e. Spas ji malpera “Diyarname”yê re ku bala xwendevanan kişandiye ser vê bêcidîyetiya wergêr Kawa Nemir.

Di malpera “Diyarname” de bê şîrovekirin wergêra soneyên Shakespare ku Kawa Nemir wergerandiye pêşkêşê xwendevanan kiriye. Malpera “Diyarname” bi sernavê “Çend mînak ji wergera Kawa Nemir” wiha gotiye: “Helbestvan û werger Kawa Nemir demek berê soneyên William Shakespeare wergerandin kurdî… Di wergera xwe de Kawa Nemir navê Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mem û Zînê, Cegerxwîn bikar aniye.

Vane hin ji wan wergeran. Gotin ê wergêran û gotin ê helbestvanan e. Li ser şêwazê, hebûn û nebûna vê tiştên ku bêne gotin hebin em li bendê ne.”

Min temamê pirtûkên Shakespeare xwendine û li ser berhemên wî pirtûkeke bi navê “Westayê peyv û hevokan Shakespeare” nivîsiye û weşandiye. Di tu pirtûkek xwe de Shakespeare qala Dehaq, Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û Feqiyê Teyran û Cegerxwîn nake. (Ma qey Cegerxwîn berî Shakespeare yan jî di dema Shakespeare de jiyaye!....) Kawa Nemir ji xwe re ji serê xwe ev tişt derxistine û di nav wergera Sonetên Shakespeare de cih dayê.

Li wergêra Soneyan binêrin, Xwedêgiravî Shakespeare gotiye :

“Ku bi Mem û Zînê hevser, guhê te kerr dike,” Rûpel 69 – Sone – 8

(Mem û Zîna Ahmedê Xanî.)

“Tê bidî bide, te pirr kirin Mela û Feqî,” Rûpel – 73 – Sone - 10

(Yanî Mellayê Cizîrî û Feqiyê Teyran.)

“Heylê Dema Dehaq, te bivê, pencên şêr ko bik,” Rûpel – 91 – Sone – 19

(Dehaq dehaqê efsaneya Kawa û Newrozê ye.)

“Da rindiya Mem bo mirovên ku bên bimîne.” Rûpel – 91 – Sone – 19

(Mem jî Memê Alan e anku Memê dastana Mem û Zînê ye.)

Di Soneyên, Sone 21, Sone 32, Sone 35, Sone 125. de jî navên kurdî hatine bikaranîn.

De ji xwe re li cidîyeta wergêr binêrin! Û şîroveya wê bila xwendevan bi xwe bikin.

Divê werger li gorî şêwaz, rêziman û rastnivîsîna wî zimanî be. Û her wiha divê orîjînala wî neyê xirabkirin û wekî ku Kawa Nemir kiriye bi kêfî gotin û nav û tişt, mişt lê neyêne zêdekirin. Dema mirov li gor pîvanên zanîstî yên hunera wergerê li wergerên Kawa Nemir dinêre, wergerên wî ji tiştek re nabin, têde tahrîfat hene, lêzêdekirin heye.

Wekî çend gotinên dawî ez vê bibêjim; Ji hemû zimanan bêtir pêwîstiya zimanê kurdî bi wergerê heye. Divê kurdî bi wergerê bê dewlemendkirin û pêşbikeve. Divê hemû cure pirtûk li kurdî bêne wergerandin. Ji bo bi şêweyeke profesyonelî karê wergerê bi rêk û pêk were weşandin pêwistî bi sazgehên wergerê heye. Ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê kurdî rola kovarên kurdî û malperên kurdî (weşanên elektronîk yên bi kurdî) gelek girîng in. Hem ji bo dewlemendiya naveroka kovar û malperan werger pêwîst in. Hem jî ji bo pêşketina çand, edebiyat û zimanê kurdî werger pêwîste. Lêbelê divê wergêr bidirustî karê wergerê pêk bîne.

Shakespeare dibêje: “Tu mîras bi qasê dirustiyê dewlemend nîn e.” Divê mirov dirust be û cidî be. Kar û xebata xwe bi şêweyeke cidî û bi cidîyet pêk bîne.

Divê Kawa Nemir dev ji bêcidîyetiya xwe berde û kar û xebateke cidî di hêla wergerê de bike.

lokmanpolat2000@yahoo.se

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nine yan nîne

ad

Merasima xelatdayîna ji bo nivîskarê filistînî ji nav bernameya fûarê hat derxistin

ad

Klamên Radyoya Erîwanê li benda we ne

ad

Feleknas Ûca jî di lîsteya kuştinê ya Naziyan de bû

ad

Lîstikvana navdar emeliyet bû

ad

KCD'ê ji bo Kobanê bang kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname