Nine yan nîne
Fêrgîn Melîk Aykoç
Ziman berhemeke pêvajoya bi hezaran salan e, her zimanî di vê pêvajoya demdirêj de reng û teþe girtiye. Ziman hê jî diguherin, peyvên nû digirin. Bêgûman di guhertinê de ne tene bandora zimanên biyanî, olî, çandî, aborî û dîplomasiyê, peyvkarên ziman jî di pêvajoya bi sedan salan de gehrtinan pêktînin. Heta zimanzan di wê baweriyê de ne, yê herî zêde ziman diguherîne peyvkarên wî zimanî bi xwe ne. Li gel wê, azmûn û rewþa erdnigariyê jî her wisa rola guhertinan werdigirin. Ev jî dibin bingeh û sebên pêkhatina devok û zaravayan.
Ez ê ne li ser devok û zaravayan rawestim, dixwezim îro mijara bi nerênî bikaranîna lêkera “bûn” derxim pêþ, lewre bi taybetî jî dema forma pêkhatî tê nerênîkirin, li gor herêman hin cuda bikaranîn derdikevin pêþ. Divê ev aliyê wê yê taybet teqez were vekirin û zelalkirin, daku þaþ neyên bikaranîn û têgîhîþtin. Li aliyê din ez di wê baweriyê de me ku pêdiviya me û xwinêran bi gengeþî û þiroveyên bi vî rengî hene.
Di kurdî de dema lêker tên kesandin, nerêniya lêkerên kesandî, bi alîkariya peyvên nerênî pêk tên. Di kurdî de ji bo nerêniya lêkeran ev peyvên nerênî tên bikaranîn. Ji bo dema niha “na, ni” ji bo demên din jî “ne” di kesandinê de tê bikaranîn. Her wisa nerêniya fermanê jî bi peyva “me” çê dibe, lê di pêvajoya salan de peyva nerênî “ne” ya di kesandina raweyên din de jî, xwedanê erkê nerêni ye, di hin devokan de ev erk wergirtiye.
1- Dema niha (lêkerên ne gerguhêz): Erênî “Ez diçim.” Nerênî: “Ez naçim” Di lêkerên gerguhêz de: Ez dixwînim /Ez naxwînim.
2 – Ji bo demên din; Erênî: “Ez çûm.” Nerênî: “Ez neçûm” Min xwar, min nexwar. Dema wê bê: Ezê biçim / Ezê neçim
Di kurdî de ji bo çar lêkeran di dema niha de peyva nerênî “ni” tê bikaranîn. Lêkerên “karîn, kanîn, zanîn û bûn (pêkhatî)“ Mînak; erênî “Ez dikarim / dikanim / dizanim” nerenî: Ez nikarim, nikanim, nizanim. Lê di demên din de dîsa peyva nerênî “ne” tê bikaranîn. Mînak: Min nekarî, min nekanî, min nezanî.
Lêkera “bûn” bi du awayî tê bikaranîn, yek dema pêk hatibe, ya dudyan dema pêk bê. Mînak: 1- Pêkhatî: Ez mamoste me (erk pêkhatiye) 2 – dema pêkwere: Ez dibim mamoste (hîn nebûye), lê wê di dema pêþ de bibe.
Di kurdî de mirov dikane nerêniya lêkera “bûn” (pêkhatî) bi du awayî bikesîne. Yek; mirov dikane peyva nerênî bîne pêþ peyva temamkar. Mînak: “Ez ne mamoste me.” 2 – Mirov dikane wekî lêkerên din peyva nerênî li pêþ lêkerê jî bikarbîne. Mînak: “Ez mamoste ninim” Her wisa di vê hevokê de jî “Ti strana kurdî bê wate nine,”
Li hin herêmên Kurdistanê di pêvajoya salan de ev “i” ya “ni” di hin devokan de direj bûye û wekî “nî” tê bikaranîn. Ev awa guhertin bandora xwe li rastnivîsandinê jî dike. Herêmên lê herfa dengdêra dirêj tê bikaranîn, bi giranî wê bikartînin, herêmên din jî forma kurt bikartinin. Ev jî di warê rastnivîsê de dikane bibe mijara gengeþiyê.
Dîsa li hin herêman di nava bawerî, çiyayî û deþtî de jî, ev guhertina taybet bûye egera cuda bikaranînê. Wekî nimuneyeke balkêþ. Li devera Çêlkan û Mîdyadê kurdên êzdî û hin êlên çiyayî vê peyva nerêni bi herfa kurt bikartînin. Mînak “Ti strana kurdî bê wate nine” Lê ev di nava kurdên deþtî xwerû misliman de jî bi herfa dirêj “î” tê bikaranîn. Mînak: “Ti strana kurdî bê wate nîne”
Ev guhertina herêmî li gel vê cudahiya ku gelek piçûk dixuye, cuda bikaranîna herfa “î” hin bikaranînê di nava gel de nayê bilêvkirin jî bi xwe re anîye. Mînak di cihê “tinebû” de bi awayê tirkî (yok tu) “nîn bû” jî bikartînin. Ev di ziman de gelek zîþt yan jî beloq xuya dike. Em mînakek ji nivîsa camêreki bidin: “…lê ma di kurdî de navek xweþ nîn bû…”
Bêguman dema gengeþiyekê li ser hin mijareyan hate vekirin, wê dij argûment jî werin. Lê kêliya em bi giþtî li ziman dinêrin rastî bi awayê min þirovekirî dixuye. Bi hêviya ev nivîs di vî warî de bibe alîkar.
07.12.2018, Yenî Ozgur Polîtîka