logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Feleknas Ûca jî di lîsteya kuştinê ya Naziyan de bû

Berlîn - Aşkere bû ku di “lîsteya kuştinê” ya rêxistina Naziyan a NSU ya ku 9 penaber û polîsek kuştin, de endama berê y

  • Dîrok: 30/09/2012
  • Beş: Nûçe

Perwer Yaş / Berlîn - ANF

Aşkere bû ku di “lîsteya kuştinê” ya rêxistina Naziyan a NSU ya ku 9 penaber û polîsek kuştin, de endama berê ya Parlementoya Ewropayê Feleknas Ûca jî heye.

Derket holê ku navê parlementera berê ya Kurd a Parlementoya Ewropayê Feleknas Ûca jî di “lîsta kuştinê” ya Naziyan a bi navê NSU ya ku di salên 2000-2007 de 9 penaber û polîsek kuştin de heye. Di encama lêkolîna li ser belgeyên ji mala li Zwickau şewitî û weke şaneya (hucre) Naziyan tê zanîn, de navê siyasetmedara Kurd Feleknas Ûca jî hate dîtin.

Almanan di 8’ê mijdara 2011’an de NSU nas kirin. Jina bi navê Beate Zschaepe ya 36 salî di 8’ê adarê de li bajarê Jena teslîmê polîs bû. Cesedê du hevalên wê Zschaepe, Uwe Bohnhardt û Uwe Mundlos jî li eyaleta Thurîngen bajarê Eisenach şewitandî hate dîtin.

Her sê herî dawî di 4’ê mijdarê de saet di 09.30’an de ji Bankaya Sparkasse ya Eîsenach70 hezar Euro şêlandibû. Hema rojê bi kravanê re li mala Zwîckau ya ku diman hatin kuştin. Hate hînbûn ku Beate Zschaepe ji bo delîlên suc tune bike xanî û karavan dabû ber agir. Di xaniyê ku hate şewitandin de jî nasnameyên ku Rêixstina Parastinê ya Makeqanûnê dabû derket holê.

Bûyerên bi koda ‘Hucreya Zwîckau’ dihat bibîranîn bi gelek aliyên li Almanyayê wekî ‘Qezaya Susurlikê’ (ya li Tirkiyeyê) bû. Di lêgerîna kavilan de çekên ku pê 9 penaberên di navbera 2000-2006’an de hatibû kuştin û di 2007’an de polîsan jin hatibû kuştin hatin dîtin. Van sê kesan li gel van cînayetan 12 salan 14 banka şêlandibû û ji rêxistiên ku endamê wan bûn 1,5 mîlyon euro pere girtibû.

Cinayetên ji aliyê Naziyan ve di 9’ê îlona 2000’ê de ji kuştina gulfiroşê bi navê Enver Şîmşek dest pê kir, di 6’ê nîsana 2006 de li Kasselê xwediyê kafeya înternetê Halîç Yozgat hate kuştin û bi rêzecinayet bi dawî bûn. Di vê demê de 9 kes hatin kuştin. Piştî ku bûyer aşkere bûn di mijdara 2012 de Meclîsa Federal a Almanyayê ji bo lêkolînkirina bûyerê komîsyonek ava kir û der barê Rêxistiya Naziyan de lêkolînek berfireh da destpêkirin.

FELEKNAS ÛCA: EZ WÊ DEMÊ GELEK CARAN HATIM TEHDÎTKIRIN

Ev nêzî salekê ye ku polîsên Alman li ser belgeyên li derdora mala ku Uwe Böhnhardt, Uwe Mundlos û Beate Zschaepe lê dijî lêkolîn dike. Polîs li ser CD û tomarên komputerê lêkolîn kir. Li vê derê nasnameyên endanên Rêxistina Parastina Makeqanûnê hate dîtin û awir vegeriyabûn ser îstîxbaratê.

Di heman lêkolînê de “lîsteya kuştinê” ya ji penaberên biyanî pêk dihat û ji aliyê Naziyan ve hatibû amadekirin jî hate dîtin.

Yekîneyên ewlekarî yên ku lîste lêkolîn kirin, dîtin ku navê Parlementera Partiya Çepgir ya eslê xwe Kurd Feleknas Uca ku di salên 1999-2009’an de endamê Parlementoya Ewropayê bû û her wiha Nazî jî di wan salan de bi bandor bû, di lîsteyê de heye.

Ûca derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî û ev agahî piştrast kir, her wiha ragihand ku yekîneyên polîsan lêgeriyane û jêre gotine lêkolîn didomin.

Uca ku li bajarê Celle ji dayik bûye û Kurd jî lê zêde dijîn, bal kişand ser ku, gelek caran buroya wê ya li bajarê Celle rastî êrîşên nîjadperest û dijminên biyanî hatiye. Uca got; “Ji xwe salên ku ez parlementer jî bûm gelek caran min peyamên gefan xwarine. Bi rastî êdî van gefan nîjadperestên Tirk dixwin.” Uca bi bîr xist ku, ew alîkarê serokê Komîsyona Tekoşîna li Dijî Rastgirên Radîkal û Nîjadperestan ya ji aliyê PE’yê ve hatibû avakirin bû, “Dibe ku xebatên me bala wan jî kişandibe.”

Herî dawî yekîneyên ewlekariyê yên NSU lêkolîn dikin banî Feleknas Uca kirin û dane diyarkirin ku, ew dê demek kurt derbarê lîsteyê de agahiyên berfireh bidin. Beriya salekê lêgerîna ku polîsan li Zwickauyê kiribû di nav de polîtîkavanên Alman jî heyî lîsteya mirinê ya 88 kesan aşkera kiribû. Hêjmara 88 bi Almanî tê wateya “Heil Hitler” (Bijî Hîtler) ango sîmgeya peyva ‘HH’.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nameyek ji bo Komeleya Nivîskarên Rusyayê

ad

Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?

ad

Cenazeyê dîktator ji 'Newala Şehîdan' birin nav gora malbatê

ad

2012: Herî zêde van pere kar kir

ad

Dema serîlêdana Pêşbaziya Huseyîn Çelebî dest pê kir

ad

Gergerlîoglu: Me ev dîmen salên 90'an de dîtin (Hat nûkirin)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname