Diyarname
FIFA'yê berendamên Lîstikvanên Fûtbolê (jin û mêr) û Teknîk Dîrektorên Fûtbolê (jin û mêr) yên Herî Serketî yên sala 2018'an eşkere kirin. Ji her yekî 10 lîstikvan diyar kirine. Ji bo lîstikvanên mêr ji bilî Neymar surprîz nîn e, lê ji bo yên jinan surprîz ev e: Tenê ji tîma Olympiakosê 6 lîstikvan wekî berendam hatine nîşandayîn.
FIFA ji sala 2016'an vir de ji "Ballon d'Or" veqetiya û bi serê xwe bi navê "The Best" xelatê dide. FIFA'yê di navbera 2010-2015'an de ligel kovara France Football li hev kiribû û wan bi hev re xelata "Ballon d'Or" dida, lê ev sala sisêyan e FIFA bi serê xwe xelatê dide. Kovara France Football jî dayîna xelata "Ballon d'Or"ê didomîne.
FIFA roja 24'ê rezbera 2018'an bi merasimek ku dê li Londona Îngilistanê li dar bixe serketiyan eşkere bike û xelatê bide.
Di nav berendamên lîstikvanên mêr de dîsa Messi û Ronaldo hene lê Neymar nîn e.
Vane berendamên Lîstikvanên Mêr ên Herî Serketî yên 2018'an:
- Cristiano Ronaldo
- Kevin De Bruyne
- Antoine Griezmann
- Eden Hazard
- Harry Kane
- Kylian Mbappe
- Lionel Messi
- Luka Modric
- Mohamed Salah
- Raphael Varane
Berendamên Lîstikvanên Jin ên Herî Serketî yên 2018'an jî bi vî awayî çêbûn:
- Lucy Bronze (England/Olympique Lyonnais)
- Pernille Harder (Denmark/VfL Wolfsburg)
- Ada Hegerberg (Norway/Olympique Lyonnais)
- Amandine Henry (France/Olympique Lyonnais)
- Samantha Kerr (Australia/Sky Blue FC/Perth Glory FC/Chicago Red Stars)
- Saki Kumagai (Japan/Olympique Lyonnais)
- Dzsenifer Marozsán (Germany/ Olympique Lyonnais)
- Marta (Brazil/Orlando Pride)
- Megan Rapinoe (USA/Seattle Reign FC)
- Wendie Renard (France/Olympique Lyonnais).