Stenbol
Îro bi kêr û çek êrîşê avahiya HDP'ya Bahçelievlera Stenbolê hat kirin. 2 kes birîndar bûn.
Piştî bihîstina agahiyê HDP'yî li ber avahiyê kom bûn, xwestin li meydana Şîrînevlerê daxuyanî bidin polîsan nehişt. HDP'yiyan ji bo şermezarkirinê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Hevseroka HDP'ya Stenbolê îlknur Bîrol hat ber avahiyê û got, "Bila zihniyeta faşîst bê zanîn ku me çong neda, em çong nadin erdê. Em gel in. Berê me çawa ev planên wisa têk biribin emê vê carê jî têk bibin. Bila bê zanîn ku em li ser lingan in. Em natirsin. Em serê xwe xwar nakin."
ÇÛBÛNA BÛYERÊ
Li gor agahiyan ku Hevseroka HDP'ya Stenbolê Îlknur Bîral da bûyer wisa çêbûye: "Kesek saet 1'ê de tê avahiyê, dibêje ez dixwazim bibim endam. Hevalên wir didin rûniştandin, dibêjin ji te re çayek bînim. Diçe çay tîne. Dema çay tîne wê çaxê kêrê dikişîne dide ber stûyê xebatkarê me. Heval dixwazin wî aş bikin, pêre diaxivin, dest diavêje çekê xwe. Çek derdixe, wê kêliyê heval dixwaze çek ji dest derxin. Ew dixwaze çekê biteqîne, lê çek nateqe. Direve. Heval didin dû. Diçe xwe diavêje firinek. Nîv saet polîs nayên. Polîsên ku cihê wan heta li vir lê nîv saet nayên. Piştî nîv saetê tên wî digirin."
Di bûyerê de endamê HDP'ê Aziz Şimşek û kesekî bi navê Ramazan Dişari birîndar bûn.
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar bernameya xwe ya îro guhart û saet 19.30 de dê bê avahiya HDP'ê ya rastî êrîşê hatiye.