Diyarname
5'emîn Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ku çend weşanên kurd jî beşdar bûn bi dawî bû. 182 hezar û 450 kes çûn serdana fûarê.
Fûara Pirtûkan a Çukurovayê ku li Edeneyê li dar ket li dor 250 weşanxane û saziyên sivîl beşdar bûn. Di fûarê de li dor 50 çalakî li dar ketin û 300 nivîskar beşdarî fûarê, çalakiyan û rojên îmzeyan bûn. Di nav Weşanên Aramê de nivîskarê wan ê BDP'yî Demir Çelik pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kir. Ji Weşanên Ava nivîskar Ronî War û di nav Weşanên Evrenselê de jî nivîskarê malpera me Çiya Mazî li fûarê amade bû û pirtûkênr xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Çiya Mazî piştî fûarê da zanîn ku roja wî ya îmzeyê bi eleqe û baş derbas bûye.
6'emîn Fûara Çûkûrovayê dê di meha rêbendanê ya 2013'yan de li dar bikeve.
***
Nûçeyê eleqedar:
- Çiya Mazî li Edeneyê pirtûkên xwe îmze dike
- Fûara Pirtûkan a Çukurovayê dest pê kir
- Fûara Pirtûkan a Çukurovayê dest pê dike


