Diyarname
Kovara çandî û hunerê W bi hejmara xwe ya nû ya adar û avrêlê derket pêşberî xwendevanên xwe.
W’yê di hejmara xwe ya nû ya 31’ê derxist. Kovarê di vê hejmarê de jî dosyaya Romanê ku di hejmara berê de amade kiribû domandiye. Di beşa diduyan a “Romana Kurdî” de Helîm Yûsiv bi navê “Nifşê bêjî, qeyikên romana kurmancî di nav pêlên siyasetê de”, Yaqob Tilermenî “Çend dîmenên reşbîn / çend dilopên ji romanûsiya min /pirdengiya hewldanekê”, Medenî Ferho “Roman navê guhertinê ye”, Hesenê Derwêş “Ber bi romana kurdî ve” û Yunus Eroglu “Muzexaneya kulan û vegotina banî” nivîs nivîsandiye.
Di kovarê de Adar Jiyan li ser “Rexnegiriya wêjeyê”, Kawa Nemir li ser “Dylan Thomas”, Cîhan Roj jî “Dawiya temenê defterê” nivîsandiye.
Her wiha kovar bi nivîs û helbestên din li benda xwendevanên xwe ye.


