BRUSKEL
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), encamnameya 15'emîn Kombûna Civata xwe ya GiÅŸtî bi daxuyaniyeke eÅŸkere kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kombûna 15'emîn a Civata GiÅŸtî, di rojên 25, 26 û 27'ê rezberê de, li paytexta Belçîka Brukselê, bi beÅŸdariya zêdetirî 200 endam, ji 100’an zêdetir mêvanên bijarte û nûnerên partiyên siyasî û civakî, sazî, dezgeh û gelek kesayetiyan ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyaspora pêk hatiye.
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku di rojeva civînê de, rewÅŸa siyasî û pêÅŸhatiyên dawî yên li Kurdistan, Rojhalata Navîn û Cîhanê, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin û hat destnîÅŸankirin, ku mesajên partiyên siyasî, rexistinên sivîl ên Kurdistanê û diyasporayê hatin pêÅŸkêÅŸkirin.
Di dewama encamnameyê de hat diyarkirin ku di peyaman de xurtkirna rol û misyona KNK ê û xebat û tekoÅŸîna Neteweyî û NîÅŸtîmanî û parastina destketiyên gelê kurd û Kurdistanê derketine pêÅŸ.
Hat ragihandin ku di tevahiya axaftin, gotûbêj û peyaman de xwedîderketina li sîstema xweseriya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, parastina destketiyên Herêma BaÅŸûrê Kurdistanê û ji bo azadkirina Åžengal û heremên din ên ku ketine bin dagirkeriya dijminan de, geryan li pey vedîtina çareseriyên nakokiyên di nav hêzên Kurdistanî li ser binemayekê neteweyî û demokratî, her wiha ew qeyrana di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Bexdayê bi yekîtî û yekrêzî ya hêzên siyasî bê çareser kirin.
Hat gotin, ku ji bo ew prosesa çareseriya demokratîk li bakur, jinûve bê destpêkirin, serketin û destketiyên doza Kurd û Kurdistanê bi serbestbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdulah Ocalan ve girêdayî ye û hat destnîÅŸankirin ku li gel van tevan, ew siyaseta taybet a Komara Îslamiya Îranê ya li dijî gelê kurd û gelên Îranê, li dardekirin a keç û xortên kurd û binpêkirina hemû cure mafên mirovan û xurtkirina bizava rizgarîxwaza Kurdistanê di rêya yekitî û yekrêzî û hemahengiyê di navbera hêzên siyasiyên Kurdistanê bi cih tê.
Di encamnameya Civata GiÅŸtî de hat diyarkirin ku pirsa azadiya jinê û pirsgirêkên civakî yên li Kurdistanê jî, bi giringîdanek mezin di nav gotûbêjan de bi giÅŸtî cih girtin û hat ragihandin ku civîn bi berfirehiya rojeva xwe ve, bi awayekî demokratîk hate meÅŸandin û gihiÅŸte armancên xwe. Hat destnîÅŸankirin ku Peymana KNK ê jî, ji sedema pêvajoyên nu û guncandina wê bi pêÅŸhatên dawî re hîn guherîn çêbûn.
PÊÅžNIYAR, DAXWAZ Û BIRYARÊN HATIN GIRTIN
Di encama guftûgo û gengeÅŸiyan de, çendîn pêÅŸniyar, daxwaz û rasparde hatin destnîÅŸankirin:
KNK wek mezintirîn saziya Neteweyî û NiÅŸtîmanî ya sîwan, berdewamî bi kar û xebata xwe bi hêztir pêwîst dizane.
KNK, piÅŸtgîriyê li hemû destketiyên beÅŸên Kurdistanê dike van destketan bo hemû Gelê Kurdistanê dibîne. Ji bo vê yekê em bang li hemû partî û rêxstinên Kurdistanî dikin ku rolek erênî ji bo piÅŸtgîrî û parastina wan destketan bibînin.
KNK daxwaz dike ku aÅŸtî û demokrasî li Bakurê Kurdistanê misoger bibe û ji bo serketina çareseriyê, pêwîste birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
KNK, li Bakurê Kurdistanê piÅŸgirî dide îlan û avakirên rêveberiyên xweser yên gelê Kurdistanê. Her weha piÅŸtgîriyê li destketên siyasî, kultûrî û bidestxistina rêveberiyên herêmî dike û bang li gelê Kurdistanê û hêzên demokrasîxwaz dike ku ji bo pêÅŸanîna aÅŸtî û demokrasiyê li Tirkiyê û hemû rojhilata navîn di helbijartinên yekê mijdarê de, HDPê bê destek kirin. Her wiha KNK bi serketina HDP ê di helbijartinan de aÅŸtî û demokrasiya radîkal misoger dibînê.
KNK, piÅŸtgîriya Xweseriya Demokratik li Rojavayê Kurdistanê dike û ji hemû rexistin û partiyên siyasî daxwaz dike ku piÅŸtgîriya wê bikin. Herwiha dixwaze hemû kêÅŸeyên navxweyî bi diyalog û gotûbêjan bên çareserkirin.
KNK koçberiya ji tevahiya welat, bi taybetî li BaÅŸûr û Rojavayê Kurdistanê, wek metirsîneke mezin dibîne. Her wiha bi her cûreyî be pêÅŸiyê li vê karesatê bê girtin. Her wiha ji bo çareserkirina vê meramê daxwaz li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kantonên Rojava dikin, ku ji bo çareserkirina vê diyarda koçberî yê karên ciddî û zanistiyane bên kirin. Di heman demde KNK bang li hemû saziyên Kurdistanî dike ku li dijî vê koçberiyê helwestekê encamgir werbigirin.
KNK, Siyaseta Rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî gelê Kurd û gelên din yên li Rojhilatê Kurdistanê mehkûm dike. Siyasetên nemirovî yên dewleta Îranê yên bi zindanîkirin, îÅŸkencedan, hewlên ji navbirina kesatî yên azad û demokratîxwaz û helawîstin (îdam) û kuÅŸtina siyasetmedar, çalakvanên sivîl û kasibkarên debara rojane ÅŸermezar dike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê li ser bingeha bidestxistina mafên rewa û çarenivissaz, tekoÅŸîna rizgariyê di domîne û pêÅŸdixe. Dîsa bang li rejîma Cumhurî ya Îslamî dike ku li seranserê Îranê û teybetî herêma Rojhilatê Kurdistanê pêÅŸî li girtina bikaranîna madeyên hiÅŸber (narkotîk) bigre û tedbîrên pêwîst bigre.
KNK, piÅŸtgirî dide daxwazên Gelê Kurd yên li Xurasanê, ku dixwazin herêmên xwe rêvebibin û xweser bijîn, ziman û çanda xwe bi parêzên.
KNK, kuÅŸtin û zulma li ser jinê, weke kuÅŸtin û qetilkirina mirovahiyê dibîne û bi tundî ÅŸermezar dike. Ji hemû partî û rêxistinên civakî û sivîl daxwaz dike, ku li dijî kuÅŸtina jinan rawestin û ji bo her core mafên jinê tekoÅŸîneke xurt bikin.
PêÅŸeroj di destê ciwanan de ye. Lewma ciwanan pêÅŸeroja gelan dibîne. Di avakirina civaka nûjen da roleke girig dide ciwanên Kurdistanê û daxwaz ji hemû dem û dezgehên Kurdistanî dîke ku vê rola ciwanan bibînin û xwedî lê derkevin.
KNK bi pêdivî dizane ku, divê bi berpirsiyariyek mezin çand, ziman û kiltor û kelepora Kurdî bê parastin û pêÅŸdebirin. Li ser vê bang li Gelê Kurd dike, ku xwedi li çand û zimanê xwe derkevin û bi israr biparêzin. Herweha baykotkirina dibistanên dewleta
Tirk li bakûrê Kurdistanê destek dike û ji bo bi destxistina mafê perwerdeya zimanê zikmakî li her beÅŸekê Kurdistanê têbikoÅŸe.
KNK, piÅŸtgîriya biryara Rêveberiya Kantonên Rojava ya ji bo perwerde û xwendinê ya bi zimanê Kurdî û zimanên din yên herêmê dike. Her weha bi destê hinek dewletan pêÅŸxistina perwerdeya zimanên derveyî Kurdî li baÅŸûrê Kurdistanê xeter dibîne, li vê herêmê jî divê pêÅŸî li asîmîlasyonê bê girtin.
KNK rola medya Kurdistanî bi girîng dizane; her destdirejî û zoriyê li ser medya û medyakarên Kurdistanî qebûl nake. Herweha daxwaziyê ji medya û medyakarên Kurdistanî dike ku rola erêni û erkên xwe yên neteweyî u niÅŸtimanî pêkbînin.
KNK daxwaz partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku li gorî berjewendî yên tevgera azadîxwaz ya gelê kurd tevbigere û bi berdevkiya gelê Kurdistanê bike û berjewendiyên Neteweyî li ser berjewendiyên berteng ên partiyetiyê bigre.
KNK Giringî dide diyaspora (revenda) Kurdistanî li cîhanê, ji bo aktifkirina rola wan ya ji bo peÅŸxistina doza Gelê Kurd û Kurdistanê di warên diplomasî û dostaniya ligel gelan de.
KNK daxwaza parastina mafên rewa yên neteweyên din li Kurdistanê dike. Herweha KNK, xelqê Asûrî-Suryanî-Kildanî xwecihî û xudanê hevbeÅŸ yê Kurdistanê dibîne û êriÅŸên li ser xelkê me yê Asûrî-Suryanî-Kildanî yê li Nînova, Misûl û Xabûrê bi tundî ÅŸermêzar dike û piÅŸtevaniya xwe ya digel gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî beyan dike.
KNK bi tundî, kuÅŸtin, zulim û zoriya li ser Êzidiyan ÅŸermezar dike. Bang li hemû partî, saziyên siyasî, civakî yên sivîl û her wisa her du rêveberiyên BaÅŸûr û Rojava dike ku destek, alîkarî û parêzgareyeke ciddî ya civaka Êzidiyan bike. Maf û daxwazên civaka Êzidî yên resen rewa bibînê. Her weha banga rexistinên navneteweyi wek YE, UN dike ku komkujiya dijî Êzidiyan wek jenosid nasbike. Bi taybet ji bo azadkirina jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên DAIÅžê, gavên pratîk bavêje.
KNK, ferq, cudahî û çewsandina li ser xelkê me yê Yarsan ku ji teref rejima Îranê ve tê kirin, qebûl nake û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piÅŸtevaniya xelkê me yê Yarsan bi xurtî bête kirin.
KNK, ew ferq û cudahiya li ser gelê me yê Elewî tê meÅŸandin ku di dema hikûmeta AKP ê da zêde bûye, ÅŸermezar dike û daxwaz ji hemû hêzên Kurdistanî dike ku piÅŸtevaniya bi bawermendên Elewî re bi xurttir bête kirin.
KNK xerakirin û tinekirina berhemên dîrokî ku nirxê tevahî mirovahiyene ji aliyê hêzên tundraw ve ÅŸermezar dike û bang li raya gîÅŸtî ya cîhanê dike ku li dij wê hovîtiyê dengê xwe bilind bike.
RÊVEBERIYA NÛ YA KNK'Ê
Di encamnameyê de hat gotin ku di encama civînê da hilbijartinên Hevserok, Konseya Rêveber û Dîwana GiÅŸtî bi awayekî demokratîk hatin pêkanîn.
Encamên Hilbijartinan:
Hevserokên KNKê:
Nîlûfer Koç
Rêbwar ReÅŸîd
Endamên Konseya Reveber:
Abdulkerîm Umer
Adem Uzun
Behzad Pîrmûsa
DilÅŸa Osman
Jalane NeqÅŸebendî
Kamîran Berwarî
Numan Ogur
Perwîn Seîd
Refîq Xefur
Åžehla Hefîd
Songul Karabulut
Tahîr Kemalîzadeh
Yilmaz Gunay
Zeyneb Murad Feylî
Zubeyir Aydar
Endamên Yedek:
Medenî Ferho
Faruq Cemîl
Rodî Melek
Partî û Rêxistinên Siyasî yên Endamê KNKê:
Bet-Nahrain Democratik Party
Bizûtneweyî Demokrati Gelî Kurdistan
Bizûtneweyî Demokratîkî Yarsan
CÎK – Civaka Islamîaya Kurdistan
Desteya Netewî ya Ereb (Al Heya Al Wataniya Al Erebiya) - Rojava
El Partî Demuqratî Kurd – Suri - PDK-S - El Partî
FEDA – Federesyona Elewiyên Kurdistan
FEK – Federasyona Êzidiyên Kurdistan
Hevbendiya Êzidiyên Sûrî (Rojava)
Hibî Åžuî Kurdistan
Hizbî Ayindeyî Kurdistan
KCD – E - Kongra Civaka Demokratîka Kurd – Ewropa
KCK - Koma Civakên Kurdistan
KJK - Koma Jinên Kurdistan
Komela Islamî Kurdistan
Kongre Camayto di Betnahrin (Kongra Gelê Mezopotamya)
Kongreya Êzidiyên Rûsyayê
Otonomiya Federala Netewî û Çandî ya Kurdên Rûsyayê
Partî Demokratî Kurdî - Suriya P.D.K.S
Partî demukratî kurdistanî- Suriya
Parti Parezgerani Kurdistan
Partî Sewzî Kurdistan
Partî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan
Partî ZahmetkêÅŸanî Kurdistan
Partiya Çepa Demokrat ya Kurd li Sûriyê
Partiya Çepa Kurd li Suriya
Partiya Guhertina demokratik ya Mezopotamya
Partiya Keska Kurdistan - Rojava
Partiya Komunista Kurd - Suriya
Partiya Kumunîsta Kurdistan- KKP
Partiya Liberal ya Kurdistan, Rojava
Partiya Rizgarî ya Kurdistanê
Partiya Yekitiya Nishtimani Azad PYNA- Kurdistan li Rojava
PÎK – Partiya Islamiya Kurdistan
PJAK - Partî Jiyanî Azadî Kurdistan
PYD - Partiya Yekîtiya Demeokratîk
Sazumana Xelkî Kurmanc ya Bakurê Xuresanê
TEVDA – Tevgera Ezidiyên Kurdistan
Tevgera Azadiya Komelgeyî Kurdistan
Tevgera Çaksazî – Sûriya
Tevgera Jinên Kurd li Ewropa – TJK - E
Tevgera Nujena Kurdistan – Rojava
Yekîtiya Navnetewî ya Rêxistinên Kurdan ên li welatên YDS
YNDK – Yekîtî Neteweyî Demokratîkî Kurdistan
Enstîtût û Rêxistinên Sivîl yên Endamê KNKê:
Agirgeha ZerdeÅŸtiyan – Siwêd
ASUDA - Rêxistina Jinan Dijê Tind û Tîjiya Li Hember Jinan
CDK-F - Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Fransa
CHAK
CHAK – Rojava
Encumena Jinan – Helepçe
Enstituta Kurdî – Almanaya
Enstituta Kurdî – Bruksel
Enstituta Kurdî – Stockholm
Federasyona Girtiyên Siyasiyên Kurdistan
Kamala GAYANDIN – Hewlêr
Komîteya Kurdistan ya li Ermenistanê
Komîteyî Bilindî SABÎ - Kerkuk
Meclisa Gel – Mexmûr
Meclisa Jina ya Êzidiyan
MÅžD- Meclisa Åžingal ya Diasporayê
NAVDEM - Koordînasyona Navendên Civakên Demokratîkên Kurd – Almanya
Navenda Perwerde ya Kurd û Emerîka – BaÅŸûr
Navenda Perwerdeya Margaret - Silêmanî
Platformî Hewram
Rêkxirawî Azermihr
Rekxrawi Tzgar Bwani Chki Kimyai - Helepçe
Rêxirawî NWE – BaÅŸûr
Tevgera GeÅŸedan û PêÅŸedanê – BaÅŸûr
Tevna Raportêrên Lêkolîna Rojnamegerî - Êraq (NIRIJ)
Yekîtiya Saziyên kurd ên li Ûkraynayê – MEDYA
YEKMAL - Yekîtiya Malbatên Kurd – Almanya
YMK - Yekîtiya Mamostayên Kurdistan
Çavdêr û Mêvan:
GORAN
Komelî ZahmetkêÅŸanî Kurdistan
Yekgirtuyî Islamî Kurdistan
YNK
PYK-S El Wehdê
Partî Serbixweyî Kurdistan