Berat Qewî Endam*
"Ezîzê Şingalê" vebêjerê derd û kulên kurdên êzdî yên Şingalê ye ku demek berî niha li 74emîn fermana dîrokî careka din ketin ber xezeb û êrîşa ramanen hovane û tozgirtî yen dijminen mirovahiye yên ku teze ji şikeftan derketine. Şanoya “Ezîzê Şingalê” çîroka zarokekî vedibêje ku piştî pênc rojan li du êrîş û talana u komkujiya xelkê Şingalê û gund û deverên dorhêla vî bajarî ji aliyê çeteyen gr û pa DAIŞ (dewleta islamî ya Iraq û Şamê), be nav û nîsan û tî û bêşiyan li ser riya koçberiyê peyda dibe, li hale ku ji ber tavê rûye wî şewitiye û çavên wî kwîr bûne. ew ji aliye hêzên kurd ve ber bi rojava ve tê veguhestin le piştî çend rojan jiyana xwe ji dest dide. her wiha dîmenên hîsîrkirina jinan u keçikan u zarokan u firotina wan li bazarên reş en koletiyê li şanoyê tê nîsandan. wêrekî û qehremaniya sêrejinên kurd li Kobanê ku ax û mal û ramanên xwe mirovahiyê li hemberî berberiyet û dirindetirîn dijminen dîrokê diparêzin ji bi awayekî bas u huneri tê nîşandayin.
Şano bêdeng e kesek tiştek nabêje, lê tenê bi riya muzîke u awaz û tevgerên lîstikvanan bûyer û serpêhatiya êzdiyan tê vegotin.
Ezîzê Şingalê vegotinek ji têkçûn û mirina mirovahiye li serdema niha ye. Danustandina jiyan û namûsa mirovan bi nefte, bi berjewendiyên eşîretî, bi desthilatdariyê. Vegeriyana bo serdema cahiliyeta ereban.
Bûyerên ku hîsîrkirina keçik u jinen kurd ên Qûçanê ji aliyê turkmenan u xanên xayîn en qeceran ve li derodora sed û çend sal berî niha u firotina wan wek kole li bazarên Xîve u Buxaraye tîne bîra mirov. wê demê jî ew bûyera ji Misr u Hindistanê heta Ewropa û deveren din deng veda û şanoyên wisan bo vegotina wê bûyera tehl û diltezîn li navçeyên cûrbicûr hatin lidarxistin.
Lê Şingal li kî derê ye? Şingal bajarekî kurdtêde ye li bakûrê mûsilê. Xelkê we derê xwudan yeka ji resentrin ol u bawerên îranî ne û bi zimanê kurmancî gep dikin. Ev bajara u gundên derodora wî roja 3`e tebaxa 2014`an li halekê ket ber êrîşa gurên hov ên DAIŞ`ê ku hêzên parêzvanên ku li vê derê hebûn bi hegerên taktiki ! (hegerên diyar û nediyar ku pirtir vedigere ser bawerên olî u 73 caran berî vê yekê jî dubare bûye) bipaşve kişiyan u reviyan û bajarekî bêpenah û bêberevan du desti raberî DAIŞ`ê kirin. Hêzên tarî ku bi alikariya erebên cîran li rojeke bi hezaran kesî ji xelkê bêguneh ên Şingalê derdem kuştin u bi hezaran jin u keçik û zarok hîsîr kirin da ku “fermaneka din” li ser êzdiyan were sepandin. Ezdiyen ku yeka ji kevntirin baweriyên îraniyan bi taybetî kurdan parastine û tevî ۷۴ fermanan ku li ser wan derbas buye lê tu carî dest ji bir u baweriya xwe bernedane û tu carî di nava tirkan û ereban û ermenan û … nehatine bişaftin. Êzdiyan zêdetir ji kurden din ziman û ol û baweriyen xwe yên resen parastine û bi taybetî zimanê kurmancî dêhndare wan e. pirtirin xizmeta bo ziman û wêjeya kurmancî ji aliye wan (bi taybetî kurden ezdî yen Ermenistanê) hatiye kirin.
Sanoya Ezîzê Şingalê ku bo cara yekem di 28'ê çileya 2015'an de li komavahiya Şanoya Bajer (Têatr Sehr) ya Têhranê hat ser dikê, heta nêzikî Newrozê yê bidome. Şano di saet 19:30 li gorî dema Têhranê tê lidarxistin.
Niviskar û derhênerê şanoya Ezîzê Şingalê doxtor Qutbudîn Sadiqî ye û li dor 70 lîstikvanî di lîstikê de dilîzin. Lîstik bi qasî saetek didome.
Qutbudîn Sadiqî dibêje ku wî bi vê şanoyê xwestiye ku îtiraza xwe bo derd û kul û derbideriyên êzdiyên Şingalê vebêje û bi vê yekê pesna qehremanî û wêrekiya keçik û jinen kurd ên Kobanî bide.
*Ji malpera "ellahmezar" hatiye girtin