Diyarname
Ji bo bankeyên bi navê Garantî û Akbank piştgiriya xwe ya ji bo bendava Ilisûyê bi paş ve bikişînin kampanyayeke îmzeyan hate li dar xistin. Kampanya li benda piştgiriya we ye.
Di tîrmeha 2009'an de welatên wekî Almanya, Avusturya û Swîsre bi sedema ku hukumeta Tirkiyeyê soza xwe neanî cih piştgiriya ku wê bidina Bendava Ilisû ku Heskîfê wê noqav bike betal kir. Piştî vê yekê hukumeta Tirkiyeyê got ku ji bo çêkirina bendavê wê piştgirî ji bankeyên li Tirkiyeyê bigire. Û navê du bankeyên li Tirkiyeyê: Akbank û Bankeya Garantî derbas bû.
Niha ji bo ew banke piştgirî nedin kampanyeyeke berhevkirina îmzeyan hate li dar xistin. Kampanya ji aliyê Hewldana Heskîfê ve hatiye li dar xistin.
Ji bo beşdariya kampanyayê pê li vê lînkê bikin:
http://kampanya.hasankeyfgirisimi.com/
Têbinî: Metna îmzeyê bi tirkî ye. Xwendevanên me yên ku bi tirkî nizanin lê dixwazin îmzeya xwe bavê jin bin metnê jî disa bila pêl li lînka jorîn bikin; wê malpereke derkeve pêşberî wan. Di wir de herî jêr çar rêz hene, ji wan dikarin pêl li rêza diduyan û çaran bikin. Di encamê de wê metneke û di binî de jî sê qutikên ku mirov dikare tiştan têde binivîse derên. Di ya yekem de nav û paşnavê xwe, di her duyên din de jî bajar û navçeyê lê dijî binivîsin û pêl li ÎMZE bikin.
**
Nûçeya eleqedar:


