Îhsan BÎRGUL
Piştî rêwîtiyek dijwar, derengiya şevê xwe malê re gihand. Ji ber ku nexweşiya bi navê Covîd-19 li hemû cîhanê olan dabû û bibû metirsiyeke giran, diviyabû ji malê derneketa. Li ser pêşniyara dixtor çardeh rojan di mal de ma...
Di nava wan çardeh rojan de gelek tişt kirin. Pirtûk xwend, ders xebitî, helbest nivîsî, bostan çêkir û hwd. Lê çi jî bikira hişê wî li ser çûyîna sûkê bû. Çimkî berê de ne kesekî ku malê sekiniya bû.
Îro jî mehkûmê malê bû. Çi bikira jî aqilê wî li ser derketina derve û gerê bû. Hetta carna xanima wî tinazê xwe pê dikir û digot:
- Wey mala min ê. Tu mêrê mal de mayînê bûyî?
Piştî xilasbûna karantînayê bi dilekî coş berê xwe da sûkê. Ji bo nekeve nava qerebalixê û bi kesan temas neke, maskeyek da ber devê xwe, dezenfektanek xiste bêrîka xwe û peyatî çû sûkê. Bi ketina sûkê re heyirî ma. Çimkî sedî nodê sûkê bê tevdîr bûn. Ne li ber devan maske ne jî lepik û dezenfektan...Te digot qey ev sûk ji dinyayeke din e. Ji ber ku pir baldarî tevdigeriya gelekan tinazê xwe pê kirin. Ka çi nedigotin.. "Îşê Xwedê ye", "Vîrûsa çi heyran", "Ma vîrûsa çi", "Tu jî pir ji xwe ditirsî" û bi dehan gotinên din yên tewşo mewşo...
Pir bêhnteng bû. Ji bo zêdetir aciz nebe û dilê kesî nehêle, dîsa peyatî berê xwe da malê. Wexta li derê hewşê da, meriv bi lêdana derî ve hîs dikir ka çiqas bêhnteng e. Halbûkî hevsera wî jî zen dikir yê bi dilekî şad ji sûkê vegere. Lê ka ku???
Bi vekirina derî re rastî rûyekî tirş û bêhneke teng hat. Bêyî silavê bide hevsera xwe kete hewşê û wiha got:
- Jinik, eger ez careke din herim sûkê, bila ev qeza hemû di min e...
26.04.2020