Diyarname
Xwediyê Şîrketa Lêkolînê A&G'ê Adil Gur texmînên xwe yên li ser hilbijartina 12'yê pûşperê înan ziman.
Gur berî hilbijartin li dar bikeve bi du heman rewşa dawî ya partiyan anî ziman.
Vane texmînên Gur:
- AKP di navbera hejmara 290-360'î de dê mebûsan bi dest bixe. Bendava sedî 10 a hilbijartinê û performanas du mehên dawî dê her tiştî diyar bike.
- CHP tevî Kiliçdaroglu yekemîn car dikeve hilbijartinê. CHP ku di navbera sedî 20-24'an de eliqiye dê bi Kiliçdaroglu derxe sedî 30'î.
- Tê gotin ku MHP dê bendavê derbas neke, bi ya min pirsgirêka bendavê ya MHP'ê nîn e. Hemû lêkolîn nîşan didin ku rêyên MHP'ê bi ser bendava sedî 10'î re ne.
- BDP'ê di sala dawî de dengên xwe zêde kirin. Dengên BDP'ê li dor sedî 7 dixuyin. Ew serbixwe dikevin hilbijartinê. Di warê dengdayîna ji bo serbixweyan de jî wan tecrube bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ez dibêjim di navbera 28-32'yan de dê mebûsan derxe.