Diyarname
Koma şanoyê Boyali Kuş li ser lîstika Henrîk Îbsen dixebite û kom wê lîstikê bi kurdî pêşkêşî hunerhezan bike.
Koma şanoyê Boyali Kuş li Stenbolê xebatên xwe yên şanoyê bi tirkî didomîne û di nav komên şanoyê yên alternatîf de cih digire. Kom niha jî lîstikeke bi kurdî derdixe ser dikê. Kom niha li ser lîstika Henrîk Îbsen a bi navê "Mala Bebikan Nora" ku Aydin Orak ji bo kurdî wergerandiye dixebite.
Derhênera Giştî ya Hunerê ya komê Jale Karabekîr ji bo avakirina komê anî ziman ku kom li hemberî serdestiya mêran ya di şanoyê de hatiye avakirin û wiha axivî: “Bi taybetî jî em jin ji bo ku xwe îfade bikin ketin nav lêgerînê. Lê ev lêgerîna me hê jî didome. Bi salan e em bi zimanê şanoyê ji bo ku xwe biafirînin, dixebitin.”
Jale Karabekîr li ser lîstika bi kurdî ku wê derxin ser dikê jî wisa dibêje: "Lîstika ku em ê bi kurdî bilîzin çîroka Nora ye ku bi tevgera jinan re bûye yek. Me bi vê projeya xwe ve par li Norwecê Xelata Îbsen wergirt. Lîstika ‘Mala Bebikan Nora’ ya Îbsen wekî hemû femînîstan ji bo me jî lîstikeke girîng e. Karaktera Nora ji bo hemû tevgerên femînîst bûye sembol û riya tevgera azadiya jinan ronî dike.”Hemû lîstikvanên koma şanoyê Boyali Kuş bi kurdî nizanin lê li hemberî hemû dezavantajan dê lîstika Nora pêşkêş bikin û Karabekîr jî derhêneriya lîstikê dike. Karabekîr wiha axivî: “Em bi zimanê şanoyê fikra xwe tînin ziman. Hemû hevalên me bi kurdî nizanin lê ev bi qasî du salan in em li ser zimanê kurdî dixebitin. Ango em diceribînin ku şano bi zimanê axaftinê pêk nayê. Ji ber ku em li ser deqeke klasîk dixebitin zêde guhertin nîn in û ji ber ku me der barê deqê de lêkolînên baş pêk anîn, em pirsgirêka deq û ziman najîn. Ji ber ku em baş dizanin ka em ê bi vê deqê çi peyamê bidin temaşevan. Em hewl didin ku bi tiyatraleke kurdî rîtm, aheng û muzîka kurdî baş pêşkêş bikin. Ev li hemberî zimanê sosyal serhildanek e. Em dixwazin bi hev re bigihîjin zimanê şanoya rasteqîn.”
Saliho û Nûrê, Torvald û Nora
Karabekîr diyar kir ku lîstika ‘Nora’ ji aliyê Aydin Orak ve wekî Nûrê hatiye wergerandin û ji bo sedema lîstina kurdî ya vê lîstikê wiha axivî: “Mebesta me ya herî sereke ew e ku em bi zimanê zikmakî yê jinên herêmê ve bigihîjin wan. Çîroka lîstikê baş dizanin. Çîroka Nûrê ya dengbêjiyê nêzî çîroka Nora ye. Em baş dizanin ku ev tiştekî tesadufî nîn e û ji ber vê yekê çîroka Saliho û Nûrê û çîroka Torvald û Nora gelek nêzî hev in. Di lîstikê de em sadiqê deqa Îbsen dimînin. Ji aliyekî ve em lîstina klasîk a kurdî diceribînin û ji aliyê din jî nêrîna nûjen ya rejiyê diparêzin. Bêguman nêrîna me ya femînîst her tim heye. Bi rastî jî em di navbera klasîk û nûjeniyê, rojava û rojhilat diçin û tên. Lê ev çûyîn û hatin di warê şekil de heye û di warê kakil de rastiyek heye ku ew jî ev e ku pergala serdestiya mêran zext û zordariyê li ser mirovan dimeşîne û bi taybet jî zext û zordariyê jinan dike. Her wiha ji bo me şanogerên kurd ku bi salan e em hev nas dikin bi tevî me di nav vê projeyê de cih digirin ev ji bo me tiştekî girîng e. Ne hewceye em bibêjin zimanê me hevpar zimanê şanoyê ye. Amûrê me ragihandinê şano ye.”Komê ji bo lîstikê serî Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê daye û yekem car wê li wê derê bilîzin. Dûre ew dixwazin lîstikê li bajarên kurdan bilîzin. Her wiha lîstik dê di Weqfa Norveç Îbsenê jî bê lîstin.
Dîroka Boyali Kuş
Koma Boyali Kuş 10 sal berê wekî komeke serbixwe hat avakirin û heta niha 8 lîstik, 3 şanoyên xwendinê û 4 jî lîstikên pêşandanê yên gelên bindest lîstin. Komê heta niha gelek atolyeyên şanoyê li dar xistin û beşdarî gelek festîvalan bû. Boyali Kuş ku heta niha bi tirkî lîstikên xwe lîstin niha dê yekem car lîstikeke bi kurdî pêşkêş bike.
Kunyeya Lîstikê:
Tekst: Henrîk Îbsen Derhêner: Jale Karabekîr Dramaturjiya lîstikê: Ferîde Eralp Werger: Aydin Orak
Lîstikvan: Aydin Orak, Şengul Ozdemîr, Remzî Pamûk, Berîvan Ayaz û Îsmaîl Yildiz
'Rexnegirên rasteqîn' ê wêjeyê, nivîskarê lîstikan û helbestvan Henrîk Îbsen wekî kurê ticarekî norwecî di sala 1828'an de hatiye dinê û 1906'an jiyana xwe ji dest daye.
Ew di jiyana xwe de Derhêneriya Şanoya Norwecê dike, her çiqas her vegere Norwecê jî 27 salên jiyana xwe li derveyî welat derbas dike ku gelek salan jê li Îtalyayê dimîne.
Wî di jiyana xwe de gelek metin nivîsandine. Lîstika "Nora" ku niha dê bi kurdî bê lîstin di sala 1879'an de nivîsandiye.
Hin berhemên wî:
- Brand (1866)
- Peer Gynt (1867)
- Nora (1879)
- Tirsnak (1881)
- Neyarekî Gel (1882)
- Werdeka Kovî (1884)
- Jina ji Behrê Tê (1888)
-Hedda Gabler (1890)
- John Gabriel Borkman (1896)
- Dema Em Mirî Hişyar Bibin (1899)
- Hosteyê Avahiyan Solness (1892)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.