Diyarname
Festîvala Cazê 2’yê tîrmehê dest pê dike. Berî vê CD’ya wê derket û li cdfiroşan dikare bê peydakirin.
15’emîn Festîvala Cazê ya Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera 2-16’ê tîrmehê de li dar dikeve. Di festîvalê de gelek komên dê hunera xwe pêşkêş bikin. Qevdegulek ji vê hunerê berî festîvalê di CD de derket pêşberî muzîkhezan.
CD bi hevkariya Festîvala Cazê ya Stenbolê û EMI Tirkiye ve hatiye amadekirin û têde 14 stranên komên ku tên festîvalê cih digire. Di nav CD de berhemên muzîkarên wekî Herbie Hancock, Al Jarreau, Caetano Veloso, Rufus Wainwright, Omara Portuondo, Marcus Miller, Raul Midón û Yasmin Levy hene. Ji Tirkiyeyê jî berhemek Taksim Trio heye.
Yek ji stranên balkêş a di CD de strana Paolo Fresu ye. Fresu dê hem bi projeya Carla Bley, hem jî Mare Nostrum derkeve pêşberî muzîkhezan. Paolu Fresu tesîr ji helbestên Nazim Hîkmet girtiye û strana “Mio Mehmet, Forse Il Destino M'impedira Di Rivederti” nivîsandiye.
Stranen ku di albumê de cih digiri:
1- Herbie Hancock - Sweet Bird
2- Caetano Veloso - Cucurrucucú Paloma
3- Al Jarreau - My Foolish Heart
4- Dianne Reeves - Just My Imagination
5- Nnenna Freelon - What A Little Moonlight Can Do
6- Paolo Fresu, Richard Galliano, Jan Lundgren - Mio Mehmet, Forse Il Destino M'impedira Di Rivederti
7- Omara Portuondo - Mueve La Cintura Mulato
8- Stacey Kent - I Wish I Could Go Travelling Again
9- Rufus Wainwright - Rules & Regulations
10- Raul Midón - Pick Somebody Up
11- Marcus Miller - Bruce Lee
12- The Big 3 Palladium Orchestra - Babarabatiri
13- Yasmin Levy - Mano Suave
14- Taksim Trio - Derdin Ne