Diyarname
Berhevoka ku Kamiran Alî Bedirxan amade kiribû bi navê “Xwendina kurdî” ji Weşanên Avestayê derket.
Avesta ku berê dest bi weşandina berhemên Kamûran Alî Bedirxan kiribû vê xebata xwe didomîne. Cê carê berhevoka Kamiran Alî Bedirxan “Xwendina kurdî” weşand. Ev pirtûk di sala 1938'an de li Şamê di nav “Kitêbxana Hawarê” de hatibû çapkirin. Di “Xwendina kurdî” de gelek nivîsên di “Hawar”ê de çap bûne jî cih digirin.
KAMIRAN ALÎ BEDIRXAN
Di sala 1895'an de li Stenbolê hatiye dinê. Kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Bedirxan Paşa ye. Hê di ciwaniya xwe de li Stenbolê tevlî tevgera kurdî bûye. Ew yek ji endamê "Kurdistan Teali Cemiyeti" bû. (1919)
Wî, di kovarên Jîn û Îctihad de û di rojnameya Serbestî de li ser kurd û Kurdistanê nivîs nivîsandine. Piştî avakirina Komara Tirkiyeyê ew tevî birayê xwe Celadet Alî Bedirxan çû Almanyayê û li qir doktoraya hiquqê qedand. Di Hawar û Ronahî de nivîs, şiîr û wergerên wî weşiyan. Demekê li Bêrûdê ma, li wir rojnameyên Roja Nû û Stêr weşand. Di sala 1947'aan de çû Parîsê û li Unîversîteya Sorbonne bû mamostayê zimanê kurdî. Di sala 1978'an de li Parîsê wefat kir.
Li ser edebiyat, gramer, ferheng û alfabeya kurdî nezîkî 20 berhemên wî hene. Avesta, hemû berhemên wî ji nû ve diweşîne, ê ku heta niha çap bûne ev in:
- Kulîlkên Ezêb (Şi‘r, 1998)
- Çîrokek Gotin û Ketin Xewê (wergera çarînên Omer Xeyam, 2001)
- Elfabeya Min (2009)
- Edirne Sükûtunun İç Yüzü (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2009)
- Bobi’nin Hatası (bi Celadet Alî Bedirxan re, 2011)
- Dersên Şerîetê / Hedîsên Cenabê Pêxember (2012)
Xwendina kurdî / Kamiran Alî Bedirxan / 88 rûpel


