logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
  2. Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz
  3. Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin
  4. 'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da
  5. Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin
news-details

Mamê Gur… Şêrê Gur

Di avabûna nasmaneya keseyata kurdewar de kodên ola Zerdeşt a ji bo sê olên dawî Musewî, Xirîstiyan û Îslamê bû bingeh û

  • Dîrok: 23/08/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur


Di avabûna nasmaneya keseyata kurdewar de kodên ola Zerdeşt a ji bo sê olên dawî Musewî, Xirîstiyan û Îslamê bû bingeh û çavkanî, diyarker in. Lewra ji bo kurdan zad, nan, av pîrozwer in. Bi taybetî nan mîna îmanê tê binavkirin. Bi agir, av û zad bi taybetî jî nan sond tê xwarin. Di jiyana gundewar a kurdan de dest danîna ser nan û sondxwarin mîna dest danîna ser Quranê giranbuha ye.


Di mijara lawiran de jî kurd bi heman rengî tevdigeriyane. Hin lawirên pîroz dihatin dîtin heya nava malê dikaribûn werin û hêlîna xwe çêkin. Hacîreşk (hechecîk), pisîk heta bi marê reş jî di xênî de hêlînê çêke, ji ber ku pîrozwer e, dest nadinê. Mînak dem û demsalên nêçîrê li gorî demên zayin yan kurkbûna lawiran dihate plankirin. Mîna qanûnên xwezayî hatibûn qebûlkirin û dema hêkan, dema kurkbûnê û dema çêliyên wan hêna biçûk bûn, nêçir nedihate kirin. Dîsa li cihên mîna ziyaret dihatin qebûlkirin, nêçîr qedexe bû.


Xweza, nebat û lawir tev hêmanên bingehîn ên zimanê kurdî bûn. Çavkaniya bingehîn a biwêj, çîrok, nifir, dia, stran, pêkenok û heta bi karakterîzekirina mirovan, xweza bi xwe bû.


Îro mijara me, Gur û Rovî ne. Di navbera kurdan û van her du lawiran de têkileyeke diyalektîk a balkêş heye. Gur ji ber telefkirina pez û dawaran, rovî jî ji ber revandin/xwarina lawirên biçûk ên mîna mirîşk, qaz, werdek û dizîna xwarina veşartî û hwd. dijminên sereke yên kurdan in. Her du lawir jî di nêçîrê de hosta ne. Çavê gur dijwar in, bi taybetî bişev tevdigere. Rovî jî her kêliya ku mirov xafil bûn, derba xwe diavêje.


Tevî gur dijiminê sereke ye jî balkêş e, dilê kurdan pê dişewite. Tenêbûn, bêzarî û belengazî bi gotina, “Tişta bi serê wî hat, ne hatiye serê gurê li çiyan” tê îfadekirin.


Têkoşîna kurdan a li dij gur û rovî jî ya tevahiya, bihar, havîn û payizê didome, zivistanan vediguhere çavkaniyeke xurt a gotar û sohbetên ode û dîwanan. Serpêhatiyên berî demsaleke trajîk, vediguherin mizaheke xurt. Stran, pêkenok, lîstik zan vegotina çalakiyên gur, rovî li dij lawirên mirov wan xwedî dikin, têkoşîna mirovan li dij wan, vê carê dibûn performansên gotarî, wêjeyî.


Gelek çîrokên perwerdeyî yên peyamên civakî didin ên têkildarî gur û rovî di kurdî de hene ku ji zarokan re redihatin gotin. Çîroka ‘Pîrê û Rovî”, “Gur û Bizin”, “Biratiya Gur û Rovî”, “Biratiya Gur û Hirçê”, “Şengê û Pengê” hin ji yên tên hişê min in. Her wiha li gelek herêman çîrok û lîstik ên girêdayî lawiran û bi teybetî rovî û gur jî hene.


Dîsa li ser gur û rovî gelek stran hatine gotin. Yanî xwarina guran a berxê, ji aliyê guran ve kuştina kerê, xwarina rovî ya mirîşkê paşê bûye stran. Bi pirranî jî ev stran, dawî li wan nehatiye anîn û li wan dikare were zêde kirin.


Hema hema li tevahiya herêmên Kurdistanê stana bi navê “Mamê Gur” a govendê heye. Gurê ku zirar dida, pezê wan telef dikir yan tim di kemînê de bû da ku pez telef bike, bûye lehengê stranê hem jî bi statuya “mam”:


Newal bi dar e Mamê Gur /Gur tê bixwar e şêrê gur/Çavê wî li kar e, Mamê Gur/ Karik a muxtar e şêrê gur


Newal bi merx e, Mamê Gur/Gur tê bi çerxe şêrê gur/Çavê wî li berx e, Mamê Gur/Berx berxa Telx e, şêrê gur


Naval bi bî ye, Mamê Gur/Gur tê bi dizî (hêdî) ye şêrê gur/Çavê gur li mihî ye Mamê Gur/Mih a Cindî ye şêrê gur


Newal bi rez e, Mamê Gur/Gur tê bi bez e, şêrê gur/Çavê gur li pez e, Mamê Gur/ Pez a Çerkez e şêre gur


Li stranê li gorî perfornansa kesan hema hema navê lawiran hemûyan ên mîna nehrî, bizin, beran, ker, golik, kavir û whd. dikarîbû were zêdekirin.


Li herêma Colemergê li ser heman bingehî lê belê ji aliyê meqam û hûnandinê ve bi şêwazekî cuda “Mamê Gur” mîna straneke dirêj a bê dawî tê gotin:


Ha bi kerî kerî Mamê Gur/Ha bi kerî kerî şêrê gur


Heger tu mêr î/Bizinê veşêrî/Bizina me spî ye/Li nav rezî ye/Gur carek diye


Here zozanan Mamê Gur/De bire zozanan şêrê gur/Berx û berane/Here keviyana/Bikeve hewşî/ Berx û nehrî ye


Stranên derbarê rovî de tije mîzah in û ji bo devavêtina rayedar, sîstem û mirovên li derdorê jî mîna amûrekê hatine bikaranîn.


Yek ji stanên herêmî yên derbarê rovî de Koma Gulê Xerzan di albûma “Sonda me” de bi navê ‘Rûvî’ weşand û navdar kir:


Rûvîkê endarê  baz daye serê darê


Rûvî mamê min a  dûv qiç kir hate min a


Rûvî neyarê min a xweriya mirîşkê min a


Rûvî bigirîn ber nedin bêxne kela savarê

21.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

news

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

news

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ji hilbijartinên PE'yê îstîfa derketin

ad

Deqeya dawî: Li Agirî ev 15 car deng têne jimartin

ad

Serdema 'Modernbûna Kurdan'

ad

Çorê Arda pirtûkên xwe îmze dike

ad

‘Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan’ bi 1500 gotinan hat

ad

Notên ji Fûara Pirtûkan: Bila êdî TUYAP neyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî

  • 16 03 2026
news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

  • 15 03 2026
news

Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin

  • 15 03 2026
news

'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da

  • 16 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname