Diyarname
Ji bo dê kîjan welat mazûvanî ji bo Euro 2024'an bikira du welat hebûn: Almanya û Tirkiye. Her du welatan jî dosyayên xwe teslîmê UEFA'yê kiribûn û li benda biryarê bûn. Îro biryar hat girtin: ALmanya.
Li navneda UEFA'yê ya li bajarê Nyona Swîsreyê îro her du welatan li ser çima vê dixwazin axivîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Piştî vê axaftinê di nav endamên UEFA'yê de dengdan çêbû. 12 endaman deng da Almanya û 4'an da Tirkiyeyê.
Serokê UEFA'yê Aleksander Ceferin piştî eşkerekirina navê Almanyayê got: "Pêvajoyeke çelal û demokratîk çêbû. Her biryarê ku demokratîk be rast e."
Qasidê Euro 2024'an ê ALmanyayê, lîstikvanê berê yê Bayer Munihê Philipp Lahm li ser vê serketina wan wisa axivî: "Stadên me yên mikemel, hezkiriyên me yên fûtbolê, ya herî muhîm jî gelê me yê ku diwaze ligel ewropiyan pîrozbahiyan bike heye. Li Almanyayê emê şahiyeke mezin a fûtbolê saz bikin."