Diyarbakir BB lîderiya xwe didomîne
Diyarname
Tîma Þaredariya Bajarê Mezin a Amedê "Diyarbakir Buyukþehir Belediye" îro li mala xwe Tekirova Belediye (tîma Antalyayê) bi 3-1 têk bir û lîderiya xwe dom kir.
Diyarbakir BB di Lîga Super Tota ya 3'yem de di Koma Yekemîn de dilîze.
Maçên Koma 3'yem îro hatin lîstin. Diyarbakir BB'yê jî îro maça xwe ya 5'an li Stada Seyrantepeyê lîst. Diyarbakir BB bi ser ket, pûanên xwe derxist 15'an û yekemîniya xwe dom kir.
Piþtî Diyarbakir BB'yê Fatih Karagumruk AÞ û Orhangazî bi 12, Pazarspor bi 11, Kastamoni bi 10 pûanan tê. Dûre Tekirova Belediye, Ýstanbul AÞ, Sandiklispor 9 pûanên wan, Ankara Demirspor jî 8 pûanê wê hene. Di heman komê de tîma Þaredariya Wanê "Belediye Vanspor" bi 6 pûanan di rêza 12'yan de ye.