Amed
Heyeta ku di nav de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî hebû Şaredariyên Baglar, Peyas, Sur û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kir. Di ziyaredan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Baydemîr, bertek nîşanî lêpirsîna xala 301'ê ya TCK'ê da û got: "Ev lêpirsîn bi xêr be, mijara lêpirsînê ne zor e, lê zilim pir zor e.
Heyeta ku ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurdanoglu û gelek endam û rêveberên şeredariyan pêk dihat, Şaredara Baglar Yuksel Baran ziyaret kir û piştre çûn serlêdana Şaredariyên Peyas, Sûr û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kirin. Di ziyaretan de Şaredara Baglarê Yuksel Baran diyar kir ku bi vê operasyonê dixwazin xizmeta wan asteng bikin û wiha got: "Bi van oprasyonan dixwazin xebat û xizmetên me asteng bikin. Herî zêde di dema şaredariyên DTP'ê de xizmet hatin kirin. Dixwazin gel ji xizmeta baş û demokratîk mahrûm bihêlin. Lê bi van operasyonan nikarin me ji xizmetên me û têkoşîna me dûr bixin."
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî di ziyaretan de diyar kir ku ji ber nasname û sekna wan a siyasî tê xwestin xizmeta wan a şaredariyan asteng bikin û wiha got: "Girtina Şardarê me yê Kayapinarê ji ber serkeftina wî ya 6 salan bû. Di demek nêzîk de an dê şaredarê me bê ser kar, an jî em dê biçim zindanê."
'Hemû cîhanê li hemberî zilma li ser kurdan guhê xwe girtine'
Heyetê piştî endamên meclisê ziyaret kir, karkerên ku li Şaredariya Kayapinarê dest ji kar ber dabûn ziyaret kirin. Baydemîr, ji karkerên ku li şaredaran xwedî derketine malavayî xwest. Baydemîr, diyar kir ku hemû welatên cîhanê li hemberî zilma li kurdan tê kirin guhê xwe girtine û wiha got: "Ji ber ku em di xebatên xwe de serekftîne li dijî me operason, binçavkirin û girtin zêde dibin."
Heyet, piştre çû serdana Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Heyetê di ziyareta ÎHD'ê de jî diyar kir ku ew dê her tim li pişt parêzvanên mafên mirovan bin û êrîşa li dijî komeleyê şermezar kirin. Heyet piştre çû Şaredariya Sûrê ziyaret kir. Endamên heyet çûn li odeya Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş rûniştin û piştgirî dan endamên meclisê. Di ziyareta Şaredariya Sûrê de Bayderîm axivî û diyar kir ku bi van girtinan dixwazin alternafitên li pêşiya xwe rakin û wiha got: "Dixwazin gelê me ji xizmetê dûr bixin û kesî li pêşiya xwe nebinin. Em vê zulmê qebûl nakin. Heta ku şaredarên me bên ser karê xwe em dê têkoşîna xwe bidomînin. Em dibêjin an gerek hûn şaredarên me berdin, an me jî bibin cem wan."
'Lêpirsina 301'an bi xêr be'
Baydemîr li vir pirsa rojnamegeran a têkildarî lêpirsîna xala 301'ê ya TCK'ê wiha got: "Ez tenê bi gotinekê dibêjim bi xêr be. Ez ji bo mjarê tiştekî nabêjim. Lê li ser me zilmek heye. Li me zilim tê kirin. Zilma sala 1994'an dubare dibe. Rûmeta mirovahiyê ketiye bin piyan. Zilm li me hemûyan tê kirin. Ez dibêjim kî bê deng bimîne dê dor bê wan jî. Lê em vê zilmê qebûl nakin."
Heyet piştre çû serdana Rêxistina BDP'ê ya Amedê.


