Diyarname
Lîstika Teatra Bakur "Dîwar" vê carê li Qoserê hat nîşandayîn û eleqeyek baş dît.
Lîstika Teatra Bakur a Navenda Çanda Mezopotamyayê ya bi navê "Dîwar" bi organîzeya Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk vê carê li Qoserê hate lîstin.
Lîstika ku li Şanogeha Ana Çocuk Sagligi hate nîşandayîn bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.
Lîstik pêşî li Amed, Batman, Nisêbînê hate lîstin ku li her sê cihan jî jê hate hezkirin, vê carê derket pêşberî qoseriyan. Lîstika Muzaffer Îzgu ji aliyê Cemil Oguz ve hatiye wergerandin, di lîstikê de Omer Şahin û Îhsan Gumuşten dilîzin.
Li Qoserê, Polîsan pêşî lêgerîna bi ser temaşevanan re kir û ew bi vî awayî ketin salonê.
Kunye:
Nav: Dîwar
Lîstik: Muzaffer Îzgu
Werger: Cemil Oguz
Derhêner: Nazmi Kahraman
Lîstikvan: Omer Şahin, Îhsan Gumuşten
Ronahî: Ahmet Çay
Dekor: Sedat Bariş
Kinc-Aksesuar: Fatih Yakut
Muzîk: Teatra Bakur
***
Nûçeyên bi vê ve eleqedar:
Nûçeyên têkildarî Teatra Bakur:
- "Sînor" tê ser dikê
***