AMED
Li Şaredariya Erxenî dewletê sê kes ji dêvla endamên Meclisa Şaredariyê wekî kayyûm bi cih kiribûn, her sêyan î îstîfa kir.
Duh kesên wekî kayyûm hatibûn bi cih kirin Ramazan Hekimoglu û Alî Îpek (Ev ji dêvla Hevşaredar Aygun Taşkin û endamê Meclîsa Şaredariyê Hasîp Demîrtekîn hatibûn peywirdarkirin) îstîfa kiribûn. Îro jî kayyûmê sêyemîn Mustafa Yalçin (ji dêvla endama Meclisa Şaredariyê Sabiha Alçîçek hatibû peywerdarkirin) îstîfa kir. Bi vî awayî li Erxeniyê meseleya kayyûmî bi ser neket.