Diyarname
Li paytexta Afganistanê Kabîlê li hemberî dibistaneke êrîşeke terorî lidar ket û tê gotin herî hindik 24 xwendekar hatine kuştin. Wezareta qala 30 kesî dike. DAIŞ'ê got me êrîş kiriye.
Di dema ku di navbera Hikumeta Afganistanê û Talîbanan de hevdîtinên aştiyê çêdibûn de ev êrîş hat. Wezareta Karên Hundir a Afganistanê got ku li dibistaneke aliyê rojavayê Kabîlê dema kesek xwestiye bikeve dibistanê hêzên ewlehiyê ferq kirine û wî bombeyên ser xwe teqandine, di bûyerê de herî hindik 30 xwendekar mirine, li dor 70'yî birîndar hene.
DAIŞ'ê bûyer girtiye ser xwe. Neteweyên Yekbûyî û her wiha rayedarên Afganistanê jî bûyer şermezar kirin.
Foto: Mihemed Îsmaîl / Reuters