Diyarname
Di navbera 11-18. 10. 2009'a de nivîskar Helîm Yûsiv li çend bajarên kurdan bû mêvan. Vane agahî û wêneyên li ser vê gerê.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv gera xwe ya li bajarên kurdan temam kir û vegeriya Almanyayê. Ev gera wêjeyî ji bo li darxistina panelan û îmzekirina romana xwe ya "Gava ku masî tî dibin", ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve û bi alîkariya Egitim Senê û Weşanxaneya Evrenselê ku wergera tirkî ya romana "Tirsa bê diran" derxistibû, hate lidarxistin. Di vê gera xwe de Helîm Yûsiv di panelan de axaftin kir, dîtinên xwe yên li ser wêjeyê anî ziman û di heman demê de jî pirtûkên xwe ji bo xwendevanên xwe îmze kir.
Piştî gerê Yûsiv li ser gera xwe ji bo me wisa got: "Bi giştî, ev gera min a wêjeyî bi dilê min derbas bû. Ji bo serkeftina vê gera xweş keda gelek kesan tê de hebû. Ez yeko yeko spasiyên xwe ji wan re pêşkêşdikim. Ez bi mebesta axaftina li ser romana xwe û li ser wêjeya kurdî çûm wê derê û bi hezkirina wan kes, dost û hevalên ku min ew dîtin û ew naskirin, vegeriyam."
Û çalakiyên ku pêk hatin:
Batman
Dîrok: 11.10.2009 (Yekşem)
Saet: 17:00
Cih: Salona Sînema ya Yılmaz Guney
Panelê bi bi axaftina Yûsiv ya bi sernavê "Nivîskariya Kurdî xweşî ye" dest pê kir. Nivîskar di axaftina xwe de vegeriya dema zarotiya ku, li gor gotina wî, zarotiyeke birîndar e û ji şeş aliyan ve bi şeş birînan dorpêçkirî ye. Wisa jî, ji nişke ve, rojekê ji rojan, bi ser dermanekî yan çareyekê ku navê wê nivîsandine, vebû. Bi dirêjayî li ser wan aliyên xweş yên nivîskariya bi kurdî axivî û rewşa nivîskarê zimanê qedexe mîna reşa wî kesê ku li qehwexaneyekê ku camên wê reşin rûniştîbe, ew li hundirê qehwexanê her kesî li derve dibîne, lê li derve kesek wî nabîne. Ew bi zimanê wan dizane lê ew zimanê wî nizanin û wî nabînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şensê baş yê nivîskarê kurd ku ew zengîntirîn û dewlementirîn nivîskarê dinyayê ye.
Yûsiv her wiha di panelê de li ser serpêhatiya nivîsandina romana "Gava ku masî tî dibin" jî hin agahî pêşkêşî temaşevanan kir
Qoser
Dîrok: 16.10. 2009
Saet: 18:30
Cih: Salona Egitim - Senê
Di nav bernameyê Helîm Yûsiv de çûyîna Qoserê nîn bû. Lê ji ber daxwazê ji nişke ve biryara çûyîna Qoserê jî da û li vê derê jî çalakiya sohbet û îmzekirina pirtûkan hate li dar xistin. Hezkiriyên Yûsiv bi pêşwaziyeke germ ew pêşwazî kirin.
Di panelê de Yûsiv bi giranî li ser girîngiya zimên û rola wêjeyê di rakirina sînoran de, çi sînorên dewletan be, çi yên zarava û alfabêyan be û çi jî yên siyaset û îdolojiyan be sekinî. Her wisa xwendina bi kurdî wekî pêdiviyeke girîng ji pêdiviyên mejî, aqil û rih û giyanê mirovê kurd bi nav kir, ku ew rê li ber rizgarbûna ji kompleksên xwebiçûkdîtinê û hevdubiçûkxistinê, vedike.
Piştî axaftinê, di riya bersivbandina pirsên Kerîm Qoserî ku birêveberiya şevê dikir û danûstendina beşdaran mijara axaftinê berfirehtir kir.
Di vê pirs û bersivdayînê de tiştê herî zêde derket pêş û temaşevanan eleqe nîşan dida meseleya pişaftin û asîmîlasyonê bû. Di heman demê de temaşevanan li ser "Gava ku masî tî dibin" jî pirs pirskirin.
MÊRDÎN
Dîrok: 17.10. 2009 (Şemî)
Saet: 14:00
Cih: Leylan Cafe
Cafe Leylan cihekî "otantik" dîrokî û xweşik e ku di nava dilê Mêrdînê de cih digire. Xwediyê wê wê derê hem wekî Cafe û hem jî wekî pirtûkxane bikartîne. Li kêleka pirtûkxanê, di saloneke ku bêhna dîrokê û kevnahiyeke watedar jê difûriya de Yûsiv bi pirsekê dest bi axavtina xwe kir. "Wêjeya Kurdî, dikare çi bike?". Di axaftina xwe de bi berfirehî li bersiva vê pirsê digeriya û dixwest hinek xalên ku ji bo rewşa kurdan û wêjeya wan a nûjen girîng in, destnîşan bike. Bi taybetî di warê hevnaskirinê û qonaxa xweavakirina neteweyî de. Di riya bandora xerabkar ya qedexekirina zimên re, ku mirovekî an şezofren an jî "ji çermê xwe derketî" li pey xwe dihêle de, bal kişand ser girîngiya perwerdeya bi zimanê dê û rola zimên di avakirina wêjeyeke resen û nûjen de. Di bersiva pirsên li ser romana xwe ya "Gava ku masî tî dibin" de behsa sedemên hilbijartina şervanekî ji aliyê dinî sînor kir û bi dirêjayî li ser çawatiya avakirina romana xwe agahî dan beşdaran.
AMED
Dîrok: 18.10.2009 (Yekşem)
Saet: 15:00
Cih: Salona Egitim Senê
Di panela Amedê de nivîskar Helîm Yûsiv li ser çar mijarên wekî sînor, ziman, nasname û xweşikbûn dest bi panela xwe kir.
Li ser her mijarekê ji van mijaran û di çarçova nivîskariya bi kurdî de, nivîskar bal kişand ser wan erk û pêdiviyên wêjevaniya kurdî ku di vê dema me de, ligel qedexekirin û çewsandinan, dikare bibe faktoreke girîng ji faktorên rakirina sînoran, pêşdexistina zimên, bidestxistina nasnameyê û afirandina xweşikbûn û spehîbûnê, ku ev hemû pêdiviyên kurdên îro ne. Li ser romana xwe li ser du astan de axivî, asta naverok û mijarê ku xwestiye dakeve kûrahiya rih û giyanê civakeke peçebûyî û paşdemayî û hemû hêlên vê civakê yên siyasî û cografî û civakî û dîrokî, bi awayekî hunerî, li ber çavan raxîne.
Yûsiv got ku li ser asta honandin û vebêjiyê xwestiye ku tişt, ew tiştên bê rih û bê ziman, li ser jiyana mirovekî, wekî şahidên ji dil, biaxivin. Ji jiyana şervanekî li çiyê bêhtir xwestiye bandora şer li ser jiyama civakê û ya kesan raweste, ji ber vê wî beşê mezin ji romanê daye jiyana "Masî" ya berî şer û jiyana wî ya piştî vegera ji şer.
Di dawiyê de Helîm Yûsiv xelata "Juriya pêşbaziya çîrokan" ya Egtim senê ji destê endamê wê nivîskar Behlûl Zelal wergirt.
Ji bo wêneyan: Foto-galerî: Dîmenên ji gera Hêlîm Yûsiv


