Diyarname
Hunermend Îbrahîm Tatlises ku li Nexweşxaneya Acibadem a Maslakê tê dermankirin wêneyê wî yê nû hat; di heman demê de gotinên wî jî.
Dixtor got ku bi vî awayî başbûna Tatlises bidome dê ji demek em li bendê bûn zûtir baş bibe.
Tatlises ji beşa nexweşên giran derxistine û nexweşxaneyê li ser navê rojnamegeran hin pirs jê kirine. Li ser pirsa "Tu çawa yî?" gotiye: "Ez super im, super." Ji Tatlises re gotine ku hezkiriyên te li bexçeyê nexweşxaneyê disekinin, bi telefon û e-mailan rewşa te dipirsin, ew hestiyar bûye û wisa gotiye: "Ez li benda diayên hezkiriyên xwe me. Ez ji dil hestên xwe ji hezkiriyên xwe re dişînim."
Her wiha hate gotin ku hemşîreyan dest pê kiriye ji bo Tatlises pirtûkan dixwînin, di heman demê de pê muzîkê didin guhdarîkirin.***
Nûçeyên eleqedar:
- Meseleya AKP, BDP û Îbrahîm Tatlises
- Roja emeliyeta duyemîn a Tatlises diyar bû
- Ji ber êrîşa li dijî Tatlises 15 kes hatin binçavkirin
- BDP ji bo Tatlises daxuyanî weşand
- Dixtorên Îbrahîm Tatlises agahiyên nû dan
- Dixtor: Tatlises di dema bûyerê de felc bû
- Yildizhan: Li bakurê Iraqê pirsgirêkên Tatlises hebûn
- Birîna Îbrahîm Tatlises giran e


