Riha
Li Girê Gundê Xirabreşkê yê girêdayî Navenda Rihayê di encama kolandina erdkolojiya çend salan de peykerê herî dîrokî hate dîtin. Hîndekarê Zanîngeha Erlangen Prof. Dr. Klaus Schmidt, diyar kir ku wan îsal kolandina xwe bi dawî kir û peykerê di tîpa 'T' ku dirêjahiya wî 5 metre û 50 santîm e, peykerê herî dîrokî ye dîtiye.
Xebatên kolandina Girê Xirabreşkê (Gobeklîtepe) ku çend salin ji aliyê Hindekarê Zanîngeha Erdlangen Prof. Dr. Klaus Schmidt ve didome îsal bi dawî bûn. Di kolandina îsal de bingehê peykerê ku di tîpa 'T' de ye hate dîtin.
Erdkolog û Hîndekarê Zanîngeha Erdlangenê Prof. Dr. Klaus Schmidt, piştî xebatên îsal bi dawî kir, li ser xebatên xwe agahî da xebatkarên çapemeniyê. Prof. Klaus Schmidt, têkildarî xebatê diyar kir ku xebata wan a îsal bi dawî bûye û di kolandinê de gihiştine binê peykerê di tîpa 'T' de. Schmidt, da zanîn ku dirêjahiya peşker 5 metre û 50 santîm e û wiha got: "Ev peyker di dîrokê de peykerê herî kevn e. Îsal me ji bakurê rojava li qada hezar û 200 metreyî dest bi kolandinê kir. Di kolandinê de em rastî berhemên mîmarî hatin. Li girê bakurê rojhilat jî berhemên mîmariya nû hatin dîtin. Di kolandina îsal de me 5 kevirên cit dîtin. Ji van keviran yek jê ketibû xwar, yek jê jî hatibû neqişandin. Em li Qada D gihîştin bihgeha kolandinê. Li vê qadê em li hêviya bingeha Tîpa Terezo bûn, lê li ser kevir neqş hebûn. Qada D, 50 santîmî ji Qada C 50 bilintir e. Peykerên cit ên li Qada D'yê li ser tahtekî hatine bicih kirin. Li ser van kevan ji bilî neqşên dest û milan fîgurên sewalan hatin dîtin. Em dikarin bêjin ev peykerê ku 5,5 metreye abîdeya cîhanê ya herî dîrokî ye."
Newala Çorî di bin Bendava Ataturk de ma
Lêkolîna Girê Xirabreşkê di sala 1963'yan de ji aliyê Zanîngeha Stenbol û Chicago dest pê kir û wekî 'V 52' hate bi navkirin. Di destpêkê de li kontara Girê Xirabreşkê kevirên arpeşk (Sîleks) hatin dîtin. Stûnên keviran cara yekem di sala 1990'an de di erdkolojiya Newala Çorî de hatibûn dîtin. Piştî ku Newala Çorî bi Bendava Ataturk re di bin avê de ma, ekibê Prof Dr. Klaus Schmidt di sala 1994'an de dest bi kolandina Girê Xirabserşkê kir. Prof. Dr. Klaus Schmidt ji sala 1995'an heta niha kolandina Girê Xirabreşkê didomîne. Li gorî lêkolînê tê diyar kirin ku dîroka Girê Xirabreşkê heta 13 hezar û 500 salî diçe. Tê zanîn ku ev gir ji aliyê mirovahiyê ve wekî girê navenda bazirganiyê hatiye bikar anîn. Her wiha dîsa tê destnîşan kirin ku di merasimên olî de jî wekî navend dihat bikar anîn. Di kolandina herî dawî de li ser abîdeyan fîgurên sewalan û kevirên arpeşk ku li ser wan neqişandin hebûn hatin dîtin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin