Diyarname
Endamê Heyeta Îmralî Sirri Sureyya Onder piştî vegera Îmralî nêrîna Ocalan a li bendava hilbijartinê û meseleya sedî 10'î anî ziman.
Îro endamên Heyeta Îmralî İdris Baluken, Pervin Buldan, Sirri Sureyya Onder, Hatip Dicle û Ceylan Bagriyanik çûn Girava Îmralî û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Piştî hevdîtinê Ondar ji bo televîzyona Med Nûçeyê axivî. Vane ji gotinên ku Onder anîn ziman çend not:
- Mijara sereke ya hevdîtina me Newroz bû. Nameya xwe ya ji bo Newrozê temam kir û teslîmê me kir. Roja 21'ê Adarê emê li Amedê ji bo dinyayê parve bikin.
- Îhtîmal e piştî Newrozê ligel "Heyeta Raçavkarinê" dê civîna me çêbibe.
- Ocalanî der barê sirgûniyên li derveyî welat de agahî xwest, me agahiyên li ber dest pêre par vekirin, nava hefteyê emê agahiyên berfireh jêre bişînin.
- Girtiyên nû şandina Giravê ligel Ocalan hevdîtin pêk anîne.
'Gere ji ser sedî 10 re dengan ji bo xwe bikin hedef'
- Ocalanî got ku fikra wî ew e dê bendav nebe pirsgirêk. Siyaseta demokratîk li nav gel eleqeyeke fireh dibîne, ji ser çapemeniya dîtbarî û ya nivîskî encama vê yekê dibîne. Gere HDP ne sedî 10, dengên hê bilindtir ji bo xwe bike hedef û dê bikaribe di vî warî de bi ser bikeve.
Wekî agahî: Nameya ku Ocalan nivîsiye di Newroza Amedê de wê bi kurdî (Pervin Buldan) û tirkî (Sirri Sureyya Onder) bê xwendin.