Diyarname
Teknîk dîrektor Nurullah Saglam ku kurtedemek berê bûbû teknîk dîrektorê Diyarbekirsporê îro îstîfa kir.
Saglam di malpera xwe ya fermî de da zanîn ku wî îstîfa kiriye. Saglam sedema îstîfaya xwe jî wekî "di warê transferan de wî û rêveberiyê li hev nekiriye."
Saglam û rêveberiya Diyarbakersporê di 29'ê meha borî de ji bo teknîk dîrektoriyê li hev kiribû.