Di dema ku nîqaşa li ser zimanê zikmakî tê kirin de em gotinên Hrand Dinkê rehmetî ku 7 salan berê di sempozyûma Egîtîm-Senê de kiribû pêşkêş kirin. Fermo gotinên Dînk:
"(...) Ez bi zarokê xwe re bi ermenkî diaxivim, ew cih de diqulbîne ser tirkî. Tiştek balkêş e. Sedema vê yekê çi ye? Dibe ku ev hevoka ku ez bibêjim hinek we aciz bike lê dibe ku sedema vê ev be; ger hûn dixwazin gelekî têk bibin, hûn dikarin bi du şiklî têk bibin. Yan hûnê serê hemûyan jê bikin û wî karî temam bikin, yan jî hûnê nehêlin ew zimanê xwe bikar bîne. Bi vî awayî hûnê wê têk bibin.
Pênasîneke wisa heye yan na? Ez nizanim perwerdekaran nirxandineke wisa kirine yan na lê nirxandineke min heye; ziman çi ye? Ji bo min ziman; amûrê têkiliya cinsî ya benîademiyan e. Bi vê bi heml (ducanî) dibin. Ger hûn wî bixesînin, hûn wê şaristaniya benîademî dixesînin, hûn têk dibin. Ew qas zelal e û dilêş e." (Sempozyûma Egîtî-Senê, 27-28 pûşper 2003.)
NOT: Axaftinên vê sempozbûyê bi navê "Anadilde Egitim Sempozyûmî 1" kirin pirtûk. (Sipas ji bo BÎANET'ê ku ev axaftin û ew pirtûk careke din bibîra me anî)
**
Gotinên hefteyê yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- 'Ji me nexwazin', 'emê bixwazin'
- Nimet Çubukçu: 'Tiştê divê emê bikin'
- Kemal Kiliçdaroglu: Navê vê qişleyê biguherînin
- Can Dundar: 'Erê' wê bandorê li Kenan Evren neke
- Selahattin Demirtaş: Wê bêje 'wey li min'
- Cemil Çiçek: Me nikarî kurdan hînê tirkî bikin!
- Burhan Kuzu: Bi kurdî perwerdehî qet nabe!
Têbiniya Diyarnameyê: Em hin gotinan di bin navê "gotina hefteyê" de bê şirove biweşînin.
Nirxandin ê we ye.