Wan
Piştî ku Walitiya Wanê ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr neda û êrîşê gel hate kirin Serokê DTP'ê ya Wanê hat girtin. Ew niha tewqîf kirin.
Abdurrahman Dogar ku piştî bûyerên Newrozê de hatibû girtin îro hat tewqîfkirin.
Ji 60 kesên ku di 22'yê adarê de piştî pîrozbahiyên Newrozê di serdagirtina avahiya DTP'ê ya Bajêr de hatibûn desteserkirin, vê sibê derxistin pêş dozgeriyê. Ji van 47 kes hatin berdan, Serokê DTP'ê ya Wanê Abdurrahman Dogar jî di nav de 13 kes jî bi daxwaza tewqîfkirinê sewqî Dadgeriya Nobedar a 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatin kirin. Dogar, bi hincetên wekî 'propagandaya rêxistinê kiriye' û 'ji bo neyartî û hêrsê di nav gel de fesadî kiriye' hate tewqîfkirin.