Bruksel
KNK'ê ji bo salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke weşand û got; "Gelê kurd dê vê sûcê tu demê efû neke."
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke weşand, da zanîn ku dewletên dagirker li hemberî kurdan sûcên mirovahiyê pêk anîne û got; "Di nav van sûcan de Helebçeyê wekî karekî dijmirovahiyê di nav dîroka kurdan de cihê xwe girtiye. Gelê kurd dê vê sûcê tu demê efû neke."
KNK'ê da zanîn ku digel ku li ber çavên dinyayê ev komkujî pêk hatiye jî dinyayê deng lê rekidiye û got: "Hê jî hesabê vê sûcê mirovahiyê nehatiye pirsîn. Em wekî KNK vê komkujiya li hemberî gelê me bi nefret şermezar dikin û li ber şehîdên Helebçeyê bi hurmet serê xwe ditewînin. Em soza xwe ya ku emê tu carê wan ji bîr nekin dubare dikin."
Her wiha Serokatiya Dîwana Kongreya Gel jî bi daxuyaniyekê komkujiya Helebçeyê şermezar kir û banga yekîtiya kurdan kir.