Diyarname
Li ser nîqaşên peyva 'Kurdistan'ê Wekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim derket ber kursiyê û axivî. Vane notên ji axaftina Yildirim:
- Ez wekî hevalek3i we ku li ser erdnîgarî min xebata akademîk kiriye û li ser navên cihan ez xebitîme ez dibêjim. Di sala 2012'yan meha sermawezê de, li Çerxerêya Kandarê birêz Erdogan di axaftina ku kiribû de her qala Kurdistanê kiribû. Dikare bike. Dema wê demê muxalefet dij derketibû rabûbû di civîna li koma xwe ya meclisê de qal kiribû ku çima qala peyva 'Kurdistan'ê kiriye. Binêrin tenê qala Kurdistanê nekiriye, qala çima bikar aniye jî kiriye. Eynî wekî ku erdnîgarzan û akademîsyenan li ser xebat kiriye wî qal kiriye. Qala aliyê wê yê sosyolojîk, dîrokî û erdnîgarî kiriye. Baş jî kiriye.
Bi zagonan rastî naguhere
- Gavek berê birêz Mûş (Qala Wekîlê Serokê Koma AKP'ê Mehmet Muş dike) dibêje 'Cih, bajar û cihê rûniştinê heye ku zagon û Zagona Bingehîn qal dike hene.' Ser çavan. Ez niha dipirsim: Binêrin, hevamlê me birêz Îbrahîm Aydemîr mebûsê herêma Serhedê ye. Di zagonê de nîn e. Yan jî binêrin hevalên me yên ji Trakyayê hatine hene. Herêma Serhedê, herêma Trakyayê di zagonan de nîn e, lê hêza xwe ji dîrokê digire, ji sosyolojî digire, ji erdnîgarî digire. Wisa mirov nikare erdnîgarî, sosyolojî biguherîne, bi zagonên çêkirî, bi xalên nav meclisê biguherîne.
Înkarkirina dîrokê
Di bîr, dil û wijdanê mirovan de bi sedan salan cih girtine. Loma wekî 'Trakya', 'Serhed', wekî 'Lazistan', wekî 'Anadolû', wekî 'Rûmelî', 'Kurdistan', înkarkirina wan înkarkirina dîrokê ye.
Xwedî li vê dîrokê derên
Dema em qala Kurdistanê dikin em qala parçebûna vî welatî nakin, berevajî wê em qala nêzîktêdayînek ji dîrokê tê dikin. Ez ji we rica dikim çi dibe bila bibe xwedî li dîroka vî welatî derkevin, wê xurt bikin, bikevin nav hewldanek wisa.
**
Nûçeya Eleqedar;
- Ji ber peyva 'Kurdistan' Meclisa Tirkiyeyê ceda da Osman Baydemîr


