Diyarname
Kayyûmê ku dest daniye ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wekî karê xwe yê pêşî malpera şaredarî ku pirzimanî bû ji halê rakir. Malpera ku heta kayyûm hat tu pirsgirêka wê nîn bû niha dema mirov dikeve bi tirkî gotina "Tê çêkirin" derkeve pêşiya mirov.
Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi kurdî (zaravayên kurmancî û kirmanckî), bi tirkî û îngilîzî weşan dikir. Heta kayyûm şaredariyê desteser bike jî tu pirsgirêkê malperê nûn bûn û xebatên Şaredariyê rojane dihatin weşandin. Lê bi hatina kayyûmê re malper ji holê rabû û niha kar nake.
Malpera Şaredariya Sûrê jî berî kayyûmê pirzimanî (bi kurdî, tirkî û ermenî) bû, ew jî çû. Li cihên ku kayyûman şaredarî desteserkirine rewşe bi vî rengî ye.


