Diyarname
Di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kûpaya Cîhanê ya Jinan 2023 de dema dema fînalê bû û jinên Spanyayê bûn şampiyon. Jinên spanyolî dîrokek nû li dîroka welatê xwe kirin.
Maça fînalê ya tûrnûvayê di navbera Spanya û Îngilistanê de bû. Spanya bi gola Carmona ku di deqîqeya 29'an de avêt bi ser ket û bû şampiyon. Spanyayê penaltiyeke ku bi dest xist jî nekarî veguherîne gilê.
Tîma jinan a Spanya di dîroka xwe de yekem car derketibû nîv fînalê, paşê ev rekor berjortir bir û hat fînalê. Û niha edî wekî tîma di dîroka xwe de yekem car bûye şampiyon li nav dîroka fûtbola jinan de cihê xwe girt.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Sêyemîn diyar bû, yekemîn jî diyar dibe
- Fînalîstên Kûpaya Cîhanê ya Jinan diyar bûn
- Jinên Spanyayê derketin fînalê
- Tîmên jinan ên çarîk fînalîst diyar bûn
- Trumpî ji ber têkçûna tîma jinan Biden sûcdar kir!
- Jinên Zelandaya Nû dîrokek nû li dîroka xwe kirin
- Vê carê dora Fûtbola Jinan e (Agahiyên li ser tûrnûvaya îsal)