Diyarname
Nêzî 100 saziyên jinan piştgiri dan Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak û xwestin ew bê berdan.
Jinan li hemberî binçavkirina Kişanak bi sernavê "Cihê Kişanak li cem jinan e; divê di cih de bê berdan" dest bi kampanyaya berhevkirina îmzeyan kir. Di daxuyaniya nivîskî de wisa gotin: "Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak di roja ku ji bo 'Komîsyona Derbeyê' axivî de di vegera li bajarê bi sedî 55 hatiye hilbijartin de hat bin çavkirin. Binçavkirina Kişanak nîşana OHAL (Rewşa Awarte) çawa jiyanê li jinana teng dike ye."
Her wiha jinan got ku heta ew bê berdan, kirinên antîdemokratîk ên li hemberî şaredariyê bi dawî nebin ew dê huş nebin.
**
Nûçeyên Elqedar:
- Demirtaş: Heta şaredarî bi paş ve neyên dê berxwedan bidome
- Di 10 xalan de binçavkirina Kişanak û Anli
- YE'yê ji bo bin çavkirina Hevşaredaran bertek nîşan da
- Nahêlin parêzer jî li dosyaya Kişanak û Anli binêrin
- Polîsan êrîşê wekîlan jî kir
- Hevşaredarên Amedê Kişanak û Anli hatin binçavkirin kirin


