Diyarname
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê berêvarkî (li gor saeta hêrêmê saet li dor 18.30) teqînek çêbû. Li ser teqînê hê tu agahiyên fermî nehatine lê tê diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.
Kesên di bûyerê de birîndar bûne rakirine Nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê û pêdivî bi xwînê hene. Li gor nûçeya Rojnewsê rayedarên nexweşxaneyê gotine ku pêdivî bi her cure koma xwînê heye û bangî xwîndayînê kirine.
ANF'ê ragihand ku li gor agahiyên pêşî 4 endamên ewlehiya kampê birîndar bûne.
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen ji ser twitterê nivîsî: "Êrîşa li hemberî Kampa Mexmûrê hatiye kirin êrîşeke li dijî jiyana alternatîf û aştiyê ya ku li Rojhilata Navîn hatiye dest pê kirin e."
Kamp di bin çavdêriya NY'ê de bû
Li Kampa Mexmûrê zêdetir kurdên Bakur ku koçî wir kiribûn dijiyan. Hejmara şêniyên li kampê bi ser deh hezarî de ye. Kamp di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bû.
HDP: Em êrîşê şermezar dikin
HDP'ê li ser hesabê xwe yê tora civakî re daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Em êrîşa ku li Mexmûra ku di bin Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ye û têde mirî û birîndar çêbûne şermezar dikin. Ev êrîşên wisa dij mirovahiyê ku li Rojhilata Navîn li dijî biratî, aştî û jiyana hevpar têne kirin nayên qebûlkirin."


