Diyarname
Kurd miletek in ku ji gelek miletên din zêdetir girêdayî olê ne. Li nav olê jî mezhet hebe, terîqet hene. Yek ji wan terîqetan jî "Xalidî" ye ku di nav dîroka kurdan de gelek kurd ji wir derketine. Niha kovara "Kurt Tarîhî" dosyayek li ser vê çêkiriye.
Kovara "Kurt Tarîhî" ku bi tirkî du mehan carek derdiket, di van demên dawî de ji ber rewşa li Tirkiyeyê sê mehan carek derdikeve bi hejmara xwe ya 30'eyîn derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovarê di hejmara kewçêr-sermawez-berfanbarê de dosyaya xwe li ser "Xalidîtî" saz kiriye. Dosya ji aliyê Firat Aydinkaya ve hatiye amadekirin ve hatiye amadekirin. Ji bilî nivîsek hemû nivîsên vê hejmarê ji bo dosyayê hatine veqetandin. Aydinkaya ligel amadekirina dosyayê ligel Martin Van Brunessen li ser meseleyê hevpeyvînek kiriye. Brunessen wisa dibêje, "Şexên Neqşîbendî wekî şêxên terîqetên din siltanê Osmanî wekî rêveberekî meşrû qebûl dikirin, lê dibe piştî Tanzîmatê pevçûn derketibe. Em dibînin ku şex der barê waliyên ishalatparêz ên wê demê û rayedarên wê demê de bi gazin bûne. Şêx Ubeydullah ligel ku dijî dewletê serî hildabe jî girêdana xwe ya ligel siltan radigihand."
Di nivîsên din ên dosyayê de Vecdî Demîr li ser kodên terîqeta Neqşîbendê "Tecdîd, Xelwet, Rabita" nivîsa xwe rêz kiriye. Shahab Valî jî li ser "Berhema Şêx Xalid Şehrîzorî 'Kitêba Eqîde Nameyê Kurdî'" nivîs nivîsiye.
Ali Tenîk li ser "Li erdnîgariya kurd lê dijîn berfirehbûna Terîqeta Neqşî-Xalidî", Ayhan Geverî jî "Avabûna Neqşîdîtî û Ji Aliyê Dîrokî ve Pêşketina Wê" girtiye dest. Geverî dibêje: "Di dawiya sedsala 16'an, destpêka sedsala 17'an de li Hindistanê Şêx Ehmed Serhendî (îmam-i Rabbanî); di dawiya sedsala 18'an û destpêka sedsala 19'an de li Împaratoriya Osmanî Mewlana Xalid Bexdadî du nav in ku mohra xwe li serdema herî pêşketî ya Neqşîbendî dane.
Ji nivîsên din Ekrem Malbat "Bedîuzzeman Seîdê Nursî û Neqşîbendî" girtiye dest û dibêje, "Neqşîbendîtî bi Mewlada Xalid re li erdnîgariya kurdan bandorek mezin li dû xwe hiştiye. Yek ji qada girîng a vê yekê ew e ku heta gundê herî dûr jî medreseyên kurd vekirine. Terîqetê bi ser medreseyan re li aliyek xwe gihandine beşek mezin li aliyê din kirine ku mezhebê şafî li nav kurdan zêdetir cih bigire. Ji ber vê yekê ji Mewlada Xalid virdetir li Kurdistanê perwerdehiya li medreseyan pêşketin nîşan daye. Bi giştî medreseyên li herêmê di bin destê şexên Xalidî û xelîfeyên wan de bûne."
Nivîsa dawî ya di dosyayê de jî ji aliyê Abdurrahman Adak ve hatiye nivîsandin; Adak bal kişandine ser edebiyatê di nav vê terîqetê de û sernavek wisa bikar aniye: "Serdema Xalidîtiyê Di Tarîxa Edebiyata Kurdî ya Klasîk De".
Tekane nivîsa di kovarê de ku ji dosyayê cuda ye ji aliyê Dr. Îsmet Konak ve bi sernavê "Di Şoreşa 1917'an de Kurd" hatiye weşandin. Ew dibêje ku Şoreşa Kewçêrê û paradîgmaya Bolşevîk bala rewşenbîrên kurd kişandiye û ew kişandine nava xwe. Wisa hatiye nivîsîn: "Kurdên wekî Ereb Şamîlov, Ferîk Polatbekov, Cengîz Yildirim, Kara Îlyasov, Ebbas Sultanov, Elî Amîraslanov û Şamîr Teymûrov ketine nava rêxistinkirina sosyalîst û piştgirî dane Artêşa Sor."
Ji bo têkilî û xwestinê: 0541 391 8149, kurttarihi2017@gmail.com