Diyarname
Yekem romana Selîm Berekat a bi navê “Feqiyên Tariyê” bi kurdî ji Weşanên Avesta derket. Roman ji aliyê Jana Seyda ve ji erebî ji bo kurdî hatiye wergerandin.
Selîm Berekatê ku li Qamişloyê di sala 1951'ê de hatiye dinê heta niha hemû pirtûkên xwe bi erebî nivîsandine. Berekat ku deme berê bi rexneyên ku li PYD û PKK'ê kiribû li nav kurdan bûbû sedema nîqaş û nerazîbûnê, niha pirtûka wî li kurdî hate wergerandin û li Tirkiyeyê derket.
Rexnegir û wergêrê ji Sûrî Subhî Hedîdî li ser romanê wiha dibêje:
“Feqiyên Tariyê” romana Selîm Berekat a yekem e. Di vê romanê de herdu meydanên xwezahî û mirovahî yên herêma Cezîrê (Cezîra Sûriye) dibin zemîneke dramatîk î têr û tije. Regên wê herêmê giraniya dîrokê hildigirin; dîroka welêt, dîroka malbata ku ketiye şûna eşîretê, dîroka efsaneya ku rabirdû xistibû mista xwe heya bingeha wê ya efsanewî qulipî û bû rêçeke xeyalane da ku zora wê dîrokê bibe.
Mele Bênav dikeve nava helwesteke hawante û ber bi astengê ve tê ajotin. Kurê wî Bêkes sînorê demê yê temenê mirovan derbas dike, ew piştî jidayikbûna xwe dibe sî salî û di dema esrê de dibe çil salî û êvarî dibe pêncî salî. Kêlîka ku ji dayik dibe wiha dibêje: ev astengek e, dema ku biqede hûnê ji bîr bikin, lê ezê demê nebînim ku ji bîr bikim.
Efsaneya Bêkes dirêjî dîrok û cografya van mirovan dibe, efsane tev li pêkenînê dibe, belge tev li ecêban dibin, rojev tev li fantaziyê dibe, hizrên gelêrî tev li xewnên sofîzmî dibin û adetên rojane tev li kabûsan dibin.
Selîm Berekat li Qamîşlo di sala 1951ê ji dayîk bûye; li wir xwendiye, pişt re çûye li Şamê ketiye beşa Edebiyata Erebî, lê xwendina xwe temam nekir û çûye Bêrûdê. Wî, di rojnameyên erebî de kar kiriye, pirtûka xwe ya yekem di sala 1973'yan de li Bêrûdê belav kiriye, pişt re pirtûkên wî li dû hev derketin. Hemû pirtûkên wî bi erebî hatine nivîsîn.
Feqiyên Tariyê / Selîm Berekat / Wergera ji erebî: Jana Seyda / Roman / 288 rûpel